Li Serêkaniyê tenê 50 kurd mane 2023-08-13 12:15:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serêkaniyê ya dagirkirî ji bilî 50 kal û pîrên kurd û 7 xiristiyanan ji ol û baweriyên cuda kes nemaye. Êzidî, Çeçen û etnîkên din jî jê hatine derxistin.   Bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re bi êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an re dewleta tirk niştecih bi darê zorê koçber kirin û sûc li dijî yên mayî pêk anîn û neçarî koçberiyê kirin.   Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî Serêkaniyê dagir kir, hişt ku zêdetirî 150 hezar welatî bi darê zorê koçber bibin. Ew koçber li herêmên Cizîrê û Firatê belav bûne.   Li gorî bîlançoya Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Weqfa Hevdestî a Qurbaniyan ku ajansa me bi dest xistiye, koçberên Serêkaniyê li 4 kampan bi cih bûne; Kampa Serêkaniyê, Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, Kampa Newroz a li Dêrikê û Kampa Til Semin a li Reqayê.   Li gorî bîlançoya Komîteya Koçerên Serêkaniyê, hejmara koçberên li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 575 malbat, li Kampa Waşûkanî 2 hezar û 362 malbat, li Kampa Til Semin 8 malbat in. Li Kampa Newroz jî 2 hezar û 709 kes hene.   Hejmara welatiyên Serêkaniyê yên bi darê zorê koçber bûne ji sedî 85 e û kurdên li bajêr mane nêzî 50 kes in û piranî temenmezin in. Xiristiyanên li bajêr jî 7 kes in. Êzidî jî tune ne û li 16 gundan belav bûbûn. Pêkhateya Çeçen û etnîkên din jî ji bajêr bi temamî koçber bûne.   Koçberên Serêkaniyê yên bi darê zorê di rewşên zehmet de koçber bûne, êşan dikişînin, nexasim li kampan. Alîkariyên navneteweyî û mirovî lê tune ne. Rewşa koçberên li bajar û bajarokan belav bûne jî ji yên kampan ne cudatir e.