39 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-08-12 19:33:32   EDENE - 39 kesên di daxuyaniya ku xwestin ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê  pêk bînin, hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Edeneyê 39 kesên ku di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re li dar xistin de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 5 parêzerên hatibûn binçavkirin piştî kontrola nexweşxaneyê hatin berdan. 34 kesên din jî piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê hatin berdan. Li aliyê din hate diyarkirin ku gelek kesên hatibûn binçavkirin rapora lêdanê wergirtine.    Şaxa ÎHD’a Edeneyê li ser hesabê çapameniya civakî ev peyam parve kir: “Em ê li dijî qanûnên we yên bêhiqûqî û kêfî serî netewînin! Binçavkirin û zextên we nikarin me têk bibin! Em ê dest ji bikaranîna mafên xwe yên demokratîk û daxwaza edalet û heqîqetê bernedin. Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê.”