Gumanbarê îşkence li Dîlberê kir hat girtin 2023-08-12 19:30:50     QERS - Li navçeya  Dîgor a Qersê 4 roj berê  mêrê bi navê Ekrem Aybî îşkence li Dîlber Alinak kirib û gumanbar hat girtin.Hat hînbûn ku  ji bo rapora “hişê wî li serî ye an na” gumanbar sewqî Nexweşxaneya Derûnî û Nexweşiyan a Elezîzê hatiye kirin.   Li navçeya Dîgor ya Qersê di 9’ê tebaxê de Dîlber Alinak (80) ji aliyê Ekrem Aybî  îşkence dît.Gumanbar roja bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, piştî îfadeya emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Gumanbar  li dozgeriyê  wek “dînan” parastina xwe kir û dozgeriyê li ser vê yekê der barê gumanbar de biryara girtinê da û sewqî Hekîmlîga Cezayê Sûlhê kir û hat girtin.   Bersûc sewqî Xarpêtê hat kirin   Her wiha hat diyarkirin Ekrem Aybi bi hinceta diyar bikin ku "aqilê wî li serî ye yan na" di 10'ê Tebaxê de ew şandine Nexweşxaneya Tendirustiya Rih ya Xarpêtê.    Rewşa Dilberê giran e   Talûkeya jiyanê ya Dilberê ya li Nexweşxaneya Qersê tê tedawîkirin didome. Tê hêvîkirin bijîşk Dilberê roja duşemê hişyar bike.