Cenazeyê Kader Acar li goristana bêkesan hate veşartin 2023-08-12 15:54:50       MÊRDÎN - Cenazeyê endama YJA-Starê Kader Acar, tevî ku ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin jî nehate radestkirin û li goristana bêkesan hate veşartin.   Endama YJA-Starê Kader Acar (Destan Botan) roja 25'ê Tîrmehê li maleke ya kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî dorpêç û banga tîmên tevgera taybet ên polîsan bombeya xwe teqandibû û jiyana xwe ji dest da bû. Malbata Kadarê di 2'yê Tebaxê de li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî, hate Mêrdînê û cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê teşhîs kir. Lê belê cenazeyê Acar bi hinceta ku encamên DNA'yê derneketiye, radestî malbatê nehate kirin.   Li ser vê yekê malbat ji bo li benda encama DNA’yê bin vegeriyan bajarê xwe, hate hînbûn ku cenazeyê ku li morgê dihat ragirtin, rojek berê ji aliyê rayedaran ve li Goristana Bêkesan a li Goristana Bajarê Kamorê ya navçeya Artukluyê hate veşartin.   Tevî ku cenazeyê hate teşhîskirin yê Kader Acar e jî, bi hinceta DNA'ya Saziya Tipa Edlî derneketiye, cenaze radestî malbatê nehatibû kirin.