Li Silêmaniyê konferansa TAJÊ dest pê kir 2023-08-12 14:16:40       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TAJÊ, li Silêmaniyê bi beşdariya jinên êzidî, kakeyî, zerdeştî, feylî û mesihî bi dirûşma “Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” konferansek tê lidarxistin.    Bi boneya salvegera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma “Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” konferansek tê lidarxistin. Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helebçe gelek jinên ji sazî û dezgehên jinan beşdarî konferansê bûn. Konferans bi beşdariya mêvanên ji baweriyên êzidî, kakayî, zerdeştî û mesîhî destpê kir. Jinên êzidî bi cil û bergên xwe tevlî konferansê bûn.   Di destpêka konferansê de Şemê Remo ya Endama Koordînasyona TAJÊ ye ji bo beşdarvanên konferansê lorînek li ser fermanê vegot û kêliyên hestiyar ku êşên hevpar yên hemû jinan hate hîskirin û zindî kirin.   'Hej jî hesap ji hevkarên DAIŞ'ê nehatiye pirsîn'   Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Berdevka TAJÊ Reham Hico ve hat kirin. Reham di despêka axaftina xwe de xêrhatina hemû beşdarvanên konferansê kir û di salvegera 9’emîn ya fermana 3'yê Tebaxa 2014’yan de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî û wiha got: “Bêguman di qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’yan de herî zêde jin bûn qurbanî. Di şexsê jina êzidî de civaka êzidî di qirkirinê re derbas bû. Her wiha 3 hezar û 504 jin dîl ketin destê çeteyên DAIŞ û li bazarên koletiyê de hatin firotin. 9 sal li ser derbas bû, hîna jî hêjmarekî mezin aqûbeta jinên êzidî nayên zanîn û hezar û 340 dîlgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser civaka êzidî pêkhatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermi wek komkujî hatiye qebûl kirin. Ew gavek girîng û erênî ye. Em wek TAJÊ vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin têrê nake. Pêwîste ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev komkujî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûl kirin. Hêjî ji DAIŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin.”   'Em dizanin ku êşa jinan yeke'   Reham, diyar kir ku di nava aramî û azadiyê de yêkbûna çand û baweriyan wê zilma li ser tevahî jinan û civakê têk bibe. Em bawerin ku ev konferans jî bi nîqaş û biryarên xwe re wê rê ji bo azadî û aramiyê veke. Ev jî teqez ji hevgirtin û hêza jinan derbas dibe û li ser me jî ferze û wiha dom kir: “Hêviya ku ev konferans bibe gavek bo hezên herêmî û navdewletî xwedî li berpirsiyariyên xwe derbikeve. Êşa ku jin û civaka Êzidî jiyan kir, îro em di vê konferansê de bi hev re parve dikin. Em dizanin ku êşa jinan yeke. Li ku dibe û kî dibe bila bibe êrişên li ser jin bi yek armanc û hişmendiyê pêk tên. Di roja îro de li seranserî cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rojek nine ku jin rastî êriş, tundî, destdirêjî û bê mafiyê neyên.”   Berxwedana jinên efgan hat silavkirin   Reham, bal kişand ser rewşa jinên li Efganistanê jî û got: “Ev 2 sal in li Efganistanê jin rewşa qetlîamê jiyan dikin. Bi tevahî mafê jiyanê ji destê jinan hatine girtin. Tişta ku li wê derê bi serê jin û civakê tên kirin, ji yaku jin û civaka êzidî di sala 2014’yan de jiyan kirîn ne cûda ye. Bi vê boneyê vê em tekoşîn û berxwedana xwişkên xwe yên efgan silav dikin û dibêjin em li gel we ne. Tekoşîna hevgirtî ya jinan wê desthilatdariya mêr teqez bin bixîne.”   'Li dijî fermanan divê têkoşînek bê dayîn'   Reham, bi taybet li ser rewşa jinên başûrê Kurdistanê jî sekinî û wiha gotinê xwe domand; “Di enfalên ku pêkhatin de bi sedan jin hatin girtin, hatin firotin û êşkence kirin. Li ser vê xakê furdên feylî, kakayî, zerdeştî, asurî-suryanî û her wekî din di qirkirinan de hatin derbas kirin. Di roja me ya îro de jî bi rojane jin bi destê zilam tên qetilkirin. Bi sedan jin bi destê zilamê desthilatdar bi şêwazekî hovane tên êşkence kirin. Ango di hemû komkujiyan de jin mexdurên sereke ne. Ev konferansa ku bi beşdariya jinên êzidî, kurdên feylî, kakayî, zerdeştî û mesihî û hwd. Bi dirûşmeya ‘Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi avakirina pergalek demokratîk û mîsogeriya bidawî anîna komkujiyan e’, xwedî wateyekî dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ger ne bi yekitî û tîkoşîna jinan ya hevbeş be wê rê li ber qirkirin û femîsayidan neyê girtin. Em jin bi yekîtî û rêxistinkirina xwe, hesab ji DAIŞ û hevkarên wan bixwazin û heya rizgarkirina hemû dîlgirtiyan tekoşîna xwe xurtir bikin. Ji bo hemû bawerî, netew, ol di nava azadî û aramî de bijîn, ji bo carekî din li ser vê xakê komkujî, talan, wêran û firotîna jinan neyên jiyan kirin, pêwîste tekoşîn bê dayîn.”   Piştî gotara Reham Hico, li ser navê saziyên, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Evîn Siwêd, Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan Şadî Semed, Komeleya Jinên Azad a Kurdistan Rozerîn Kemanger û Komîteya Jinên Bakurê Kurdistanê Nurten Çelebî, peyam hatin xwendin.   Konferans bi panelan berdewam kir   Konferans piştre bi panelan berdewam kir, di panela yekem de berdevka Komîteya Peywendiyan ya Tevgera Jinên Azadî Suham Şengalî, berpirsa Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafê Mirovan Esra Mihemed û aktivîst Arwîn Bayiz, der barê ‘Rola jinan di nava gel, pêkhate û baweriyên qedîm de, polîtîkaya tinekirinê ya li ser jinan tê meşandin, çima di êriş û qirkirinan de para sereke jin digre’ bi goftogoyan berdewam dike û ji aliyê Şehên Mehmûd hate rêvebirin.   Destpêka têkoşîna jinên êzidî    Berdevka komîteya Peywendiya TAJÊ Sûham Şengalî axivî û diyar kir ku jin di parastina çand, huner û baweriyê de xwedî rolek bandorkerin. Ji ber jin hertim dibin hedefa êrişan. Jinên êzidî rastî komkujiya herî mezin hatine. Ji ber xwedî bawerine. Jinan di dîrokê de têkoşîn û berxwedan kirine. Ji ber wê baweriyek weke êzidî destpêka van hemû fermana ne, lê belê baweriya xwe parastiye û maye. Piştî komkujiya 74’an jin têgihiştin ku bi xwerêxistinkirin dikarin dawî li komkujiyê binîn. Dest bi têkoşînê kirin û niha ji ber vê têkoşînên li Şengalê pêşengên Şengalê tên hedefgirtin. Lê belê biryara ku Şengaliyan ya berxwedana xwerêveberiya Şengalê girtiye gav şûnde na avêje.”   Koçberiya feyliyan    Endama Rêxistina Kurdên Feylî ji bo mafê mirovan Esra Mihemed  diyar kir ku feylî hertim rastî koçkirinê hatine û wiha got: “Hikumeta Iraqê komkujiyê li Feyliyan dikin. Di sala 1960’an de çend caran bi zorê hatine koçkirin û ji Iraqê jî hatine derxistin. Sala 1980’an karesata mezin destpê kir. Ji ber rejîma Baas Kurdên feylî bi hêceta Îranê derxistin. Li welatê Iraq û Îranê di pileya dûyem de li Feyliyan tê temaşekirin. Ev jî bûye sedemê wê yekê ku ji mafê xwe ê xwendin û karkirinê bê par bimîne. Her wiha di nasnemeya wan de cûdahî tê kirin. Ez di wê baweriyê de me komkujiyên li beramberî pêkhateyên cûda bi dawî bibe.”   Di parastina ol de rola jinên kakayî   Çalakvana Kakayî Dr Nazdar Qûdret behsa hevkarî û hevximiya kakayiya ya li gel Şengaliyan kir û der barê jinên kakayî de wiha got: “Jinên kakayî di parastina baweriya xwe de hertim xwedî rol bûn. Niha jî çanda xwe di parêzin. Em jinên xwedî baweriyên cûda divê bi hevre kar bikin daku em baweriya xwe ji komkujî û tundiyê rizgar bikin. Bi hevre jiyanek aştiyane jiyan bikin.”   Panela duyem...   Di panela duyem de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, endama Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Şengalî û parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca der barê Panela dûem ya konfarandê bi navnîşana ‘‘Jin wê çawa xwe ji nû ve ava bikin, erka jinan di parastin û bingeh danîna sistemek demokratîk de çiye, pêşengtî û têkoşîna navnetewî, di sedsala Peymana Lozanê de rewşa siyasî, jinan, erk û berpirsyartiyên heyî’ guftugo kirin.