Kiryarê ku Derya qetil kir bi ‘efûyê’ derket 2023-08-12 10:19:15       Habîbe Eren   BÛRSA - Guner Aydin ê ku Derya Pas qetilkir bi efûya “Covîd”hatibû berdan. Bavê Deryayê Erol Pas bertekên xwe anî ziman û got: “Bi efûkirinê re dilê gelek kesan dişewitînin. Ev mirov gelo çawa tên efûkirin.”    Derya Pas li navçeya Yildirim a Bursayê ji hêla Guner Aydin ve hat qetilkirin. Derbarê Guner de di çarçoveya qanûna 6284’an de biryara dûrxistinê hatibû dayîn û her wiha Guner demen borî jî bi hewldana kuştinê hatibû girtin û bi “Efuya Covîd” re serbest hatibû berdan.    Bavê Deryayê Erol Pas, diyar kir ku kujer xwe bi navê Murat da naskirin û pişre navê wî ya rast hînbûne û got: “Ji me re got ku ez aşpêj im, lê piştre derket holê ku karek din dike. Carek ji ber ku serxweşbû dest danîn ser ehliyeta wî. Rojekî keça min ji ber lêdanê rakirin nexweşxanê. Piştî demek şûnde keça min got ‘Bi wî re kare min nîne’. Min xwest ku ez wan şîret bikim û Guner jî soz da ku êdî wisa neke. Lê piştî demek şûnde dîsa heman şîdet berdewam kir.”   Bavê Deryayê Erol, da zanîn ku herî dawiyê bi zorê ket mala Deryayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî qêrina Deryayê ji malê derdikeve. Piştî vê bûyerê biryara ji dûrxistinê hat dayîn. Lê çend biryar hat dayîn jî dîsa bi ser Derya û keça min a biçûk de çû. Parêzerek hat û xwest navbeynkarî bike ku em dev jî giliyê berdin. Lê belê ev tişt jî rê li ber tehdîtên li hemberî Deryayê negirt.”   Erol, destnîşan kir ku divê li hemberî qetilkirina jinan hewldaneke taybet bê nişandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hek tedbîreke taybet neye girtin dê dilê gelek kesan biêşe. Çima kesên wisa serbest tên berdan. Niha efûyek nû derket. Bila wisa nekin. Min êşa zaroka xwe dît. Divê mirov çawa nêzîkê jinê bê bê hînkirin. Lê ne hînê mirovan û ne jî hînê zarokan dikin.”