Li Bîelê li dijî tecrîdê standa agahdarkirinê 2023-08-11 20:57:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TCŞ'ê ji bo balê bikişînin  ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Bîel a Swîsreyê standa agahdarkirinê vekirin.   Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê standa agahdarkirinê danîn.   Di standê de ku li stasyona trenê ya Bîelê hat danîn de danasîna pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi Almanî, Îngîlîzî û Fransî û pirtûkçeyên ku behsa tevgera ciwanan dike hatin kirin. Swîsreyiyên ku hatin ber standê diyar kirin ku tecrîda  li ser Abdullah Ocalan ne mirovane ye û divê demildest bê rakirin.   Ciwanan jî diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe wê têkoşînê mezin bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê bidin nasîn.