293 Êzidî vegeriyan Şengalê 2023-08-11 20:25:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 293 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê.   Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên Êzidî ku li kampên koçberan yên Duhokê bûn bi dildarî vegeriyane Şengalê. Îvanê diyar kir ku vegera koçberan bo ser cih û warên xwe di çarçoveya plana wezareta wan ya bidawîkirina dosyaya koçberan de pêk tê.   Îvan Fayeq di dewamê de wiha got: “Pêvajoya vegerandina malbatên koçberan bo ser warên wan bi hemahengiya li gel dezgehên ewlekariyê yên hikûmeta navxweyî bêyî tu pirsgirêk derbikev, pêk hat. Li gorî nûçeya Rojnewsê ferman ji kadroyên wezaretê re hatiye dayîn ku çavdêriya rewşa jiyanî ya wan malbatên koçber yên vedigerin ser cih û warên xwe bikin, bi awayek lezgîn pêdiviyên wan dabîn bikin. Ev jî bi hemahengiya li gel rekxistinên hewarçûyîn û desthilatdarên peywendîdar tê kirin. Wezareta  me li hemû kampên  koçberan xebatên xwe yên tomarkirina malbatên ku dixwazin bi awayek dildarî vegerin ser cih û warên xwe, berdewam dike. Ji bo derbazkirina hemû astengên ku rê li ber vegera penaberan bo deverên xwe xebat têne meşandin.”