Kiryarê ku xwest Dîlber Alinak qetil bike ji AKP'yî derket 2023-08-11 17:02:26     Rojda Aydin   QERS - Ekrem Aybî ji bo kuştinê êriş bir ser Dilber Alinak. Ekrem bûyer wek qeza nîşandan û piştre derket holê ku êriş kiriye. Hat zanîn ku kiryar Ekrem di hilbijartina sala 2019’an de bernamzetê AKP’ê bûye.    Li navçeya Têkorê ya Qersê hat zanîn ku çend roj berê serê sibê Dîlber Alinak (80) ji aliyê Ekrem Aybî bi êrişê re rûbirû maye. Li gor agahiyên ku hatin girtin, Dîlber a ku serê sibê derketiye werzîşê ji aliyê kiryar Ekrem ve rastî êrişê hatiye û bi mirinê re rûbirû maye.     Derket holê ku kiryarê ku nêzî 3-4 deqeyan îşkence li Dîlberê dike û piştre jî bang li ambûlansê dike û dibêje “qeza” bûye. Ambûlansa ku çû cihê bûyerê Dîlber radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê. Piştî mûdaxeleya bijîşkan Dîlber rakirin beşa lênêrîna giran. Piştî bûyerê polîsên ku çûn cihên bûyerê di qemereyên mobeseyê têmaşe kirin û derket holê de bûyer ne “qeza” ye, êriş e. Li ser vê yekê kiryar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Kiryar AKP’yî derket   Her wiha kiryar Ekrem Aybî di hilbijartinê herêmî ya 31’ê adara 2019’an de ji AKP’ê bûye bernamzetê Dîgorê.     ‘Êrişên li hember jinê êdî bi dawî bibe’   Piştî bûyera hat jiyîn xizma Dîlberê Necla Alinak li ser medyaya dijîtal bûyerê ragihand û bertek nîşanda. Necla ji ajansa me re axivî û behsa bûyerê kir û got: “Ez naxwazim ku ser vê bûyerê bê girtin. Ez dixwazim ku her jinek xwedî meta min derbikeve. Ev bûyer bi tenê nehatiye serê jinek ji malbata Alinak ê. Ev bûyerek mezin e. Dibe ku meta min diha di beşa lênêrîna giran de têkoşîna jiyanê dide, lê di aliyê rih de hat kuştin. Meta min li Avûstûralyayê dijiya û ev nêzî 10 sal in vegeriyaye li ser xaka xwe û dixwest li ser axa xwe bijî. Îro mêr ji bo ku êrişê jinan bikin hincetan digerin. Lê bila bê zanîn ku çi dibe bila bibe hinceta tundiyê tuneye. Ez dixwazim demildest dawî  êrişên li dijî jinan bê.”   'Di dîmen de derket holê ku ne qeza êriş e'    Necla, destnîşan kir ku ew bûyerê di qemereyên mobeseê de dîtine û wiha axivî: “Em bûyerên wek qezaya trafîkê dizanibûn, heta ku dîmen derketin holê. Dema me dîmen temaşe kir dît ku çawa bi awayek hov êriş kiriye. Dema polîs dîmen anîn em hemû tiştî hîn bûn. Kiryar li Têkorê dijî. Berê jî ji bo meta min gotiye ‘ez ê vê jinikê bikujim’ û tehdît kiriye. Me vê yekê ji kesên derdorê bihîst. Meta min her roj serê sibehê li ser wê rêyê derdikeve werzîşê. Di dîmen de jî kiryar bi erebeyê tê, dadikete û êrişê meta min dike. Nêzî 3-4 deqeyan derp dike. Xwîn rijiya ser mêjiyê meta min û hîn jî tehlûka jiyana wê berdewam dike.”