Girtiya nexweş Ozge Ozbek:Ez rihê berxwedanê zindî dihêlim 2023-08-11 09:12:46     Dîlan Babat   ENQERE - Girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, diyar kir ku di jiyana rojane de di sohbetê fîzîkî de zehmetiyan dikşîne. Ozge jiyanê wek berxwedan vedinasîne û wiha dibêje: “Ez jî wek gelê xweyê têkoşer bi rihê berxedanê her dema xwe zindî dihêlim.”   Tecrîda giran ya li Îmraliyê her diçe giran dibe û bandor li ser hemû girtîgehan dike. Yên herî zêde ji vê rewşê bi bandor dibin bêguman girtiyên nexweşin û girtiyên nexweşên giran ya beriya bimrin tên berdan yan jî radikin nexweşxanê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan  hezar û 651 girtiyên nexweş hene û ji van 517 heb nexweşên giranin.   Di 2022’yan de 93 girtiyî jiyana xwe ji dest da   Girtiyên nexweşê giran yê 30 sal bû girtî bû Abdulhalîm Kirtay di 22’yê Adarê de hat tahliyekirin û di 12’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Herî dawî girtiyê bi navê Behçet Kaplan yê 31 salî ku 9 sal bû girtî bû di 15’ê Gulanê de li girtîgeha Tîpa T ya Xelatê jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên ÎHD’ê ji 2022’yan het aniha 93 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.   Rapora dikare girtî bimîne danê    11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di sala 2011’an de der heqê Ozgeyê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Ji ber ku di mejiyê wê de tumor hebû, di 27’ê cotmeha 2020’ê de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejiyê vekirî bû. Piştî emeliyatê jî cezayê Ozgeyê ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê di 24’ê kanûna 2021’ê de raporek amade kir û got ku guncav nîne ku Ozge di girtîgehê de bimîne. Ji bo taloqkirina înfaza Ozge serlêdan hate kirin û Wezareta Tenduristiyê got ku şert û mercên girtîgehê ji bo Ozge guncav nînin. Lê tevî rapora Lijneya Tenduristiyê jî, Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Ozge rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir.   Tumor gelek mezine   Ji bo Ozgeyê teşîsa epîlepsî û tumora mêjî hat dayîn. Tumora di serî de jî gelek mezine û bê navber nobetên epîlepsî derbas dike. Ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa Ozgeyê bêtir zehmet dibe, di nava rojê de nikare li ser piyan bimîne û di 10'ê tîrmehê de dema ji rabûye serê xwe li ranza û diwêr xistiye û daxwaza birina nexweşxanê kiriye lê belê rayedarên girtîgehê ew birine nexweşxaneya di nava kampuse de heyî. Di tomografiyê de hat dîtin ku xwîn ji serê wê diçe û piştî 3 saet şûnde carek din tomografi tê kêşandin. Piştre Ozgeyê bi ambulansê sewqê Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqerê kirin. Piştre hat diyar kirin ku xetereya wê ya jiyanê didome û divê mudaxale bê kirin. Bişîjkan gotin dibe ku di dema mudaxaleyê de jiyana xwe ji dest bide xwestin  Ozge daxwaznameyek bide. Lê Ozge vê yekê qebûl nekir û ew ji nexweşxaneyê hat derxistin.    ‘Ez gelek bi bandor dibim’   Ozgeyê diyar kir ku pêvajoya girtinê de nexweşiya wê hatiye astek krîtîk û got êdî emelyat bibe jî nebe jî rîskan dihewîne û wiha pê de çû: “Ev rewş gelek bandor li min dike. Doktorê ku encamên MR dîtin got hejmara tumoran pir zêdeye û rastiya navbera mirin û komayê de bandorek neyînî li min dike. Mînak bêjim êdî ez kêmtir dixwînim. Di jiyana rojan de ez nikarim sohbetên fîzîkî bikim.”   ‘Ez dixwazim vê pêvajoyê di hawirek azad de derbas bikim’   Ozgeyê der barê pirsgsirêkên dijî de ev tişt jî vegot: “Ez pir ji santraçê hez dikim. Diçim lîstikan lê wek  berê nînim. Tevî her tiştî ez hewldanên xwe didomînin. Ji ber wekê din min zêdetir nexweş dike. Ez nikarim dest ji hewldanên xwe berdim. Ez jiyanê wek berxwedan dibinim. Ez wek keseke ji gelê berxwedêr hatime, bi vî rihê berxwe didim, Ev hişmendî û moral min xurt dike. Ez dixwazim vê pêvajoyê ne bi kelepçe, di hawirên azad de bi hezkariyên xwe re derbas bikim.”