Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê dewam dike 2023-08-10 10:35:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dest pê kiribû, bi koma 5’an dewam dike.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’ê ango 29 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derveyî Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.   Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma 5’an didome.   Çalakî ji aliyê koma pêncemîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê di şexsê têkoşer Denîz Firat de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma çaremîn Evîn Taş axivî.   ‘Hemû civak tê tecrîdkirin’   Evîn Taş diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hemû civaka Kurd tê tecrîdkirin û wiha got: “Wek tê zanîn ev qasî 25 sal in Rêbertiya me di bin tecrîdek girankirî de tê girtin, lê li ruxmê tecrîd û êrişan tu caran dev ji berxwedana xwe bernedaye. Di şexsê Rêber Apo de îro Kurdistan, tevayî gelê Kurd û gelê azadîxwaz di bin tecrîd û êrişan de ye. Li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî li ser zarokên vî gelî tên bikaranîn, lê em dibînin kes dengê xwe dernaxe û herî zêde êriş li ser ciwanan tên pêkanîn. Me jî wek TCM û TJCM’ê bi berxwedana xwe û nîşankirina helwestên xwe xwest em li hember vê tecrîdê rawestin.”   ‘Em tu caran dev ji heqîqeta Rêbertî bernadin’   Evîn Taş di berdewamiya axaftina xwe de helwesta ciwanan a li hember tecrîdê wiha anî ser ziman: “Bila dost û dijminên Kurdan bizanibin heta ku ciwanek ê Mexmûr û gelê Kurd bimîne em ê dev ji xet, heqîqet û Rêbertiya xwe bernedin. Ji ber ku niha dixwazin me bê Rêbertî bihêlin, lê em tu caran jiyanek bê Rêbertî ji xwe re qebûl nakin. Em ê dirûşmeya ‘Ciwan fedayê Rêber Apo ne’ bikin esas û rastiya jiyana xwe. Bi taybet wek jinên ciwan çi dikeve li ser milê me û bedel çi dibe bila bibe em ê li ser vê xetê bimeşin. Wek ciwanên wargeha Mexmûr em bang li hemû ciwanên Kurd û ciwanên ku dibêjin em felsefeya Rêber Apo diparêzin dikin, bila li hemberî tecrîdê serî rakin. Ji ber ku heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe wê tu civak jî azad nejî.”   Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ bi dawî bû.