Ji bo bibe dengê girtiyan têdikoşe 2023-08-10 09:11:53     Marta Somek   STNEBOL - Girtiyê nexweş Nevzat Ozdemîr 31 sal û 5 mehe girtiye û tevî ku 5 meh berê krîza dil derbas kir, tahliyeya wî sê mehên din jî hat taloqkirin. Keça Nevzat Ozdemîr, Jiyan Ozturk wiha got: “Ji 1992’yan de ye bavê min îşkencê dibîne. Jiyana me bi surgun, nexweşî û girtîgehê derbas bû. Heta bêdengî hebe wê zilma li ser Kurdan bidome.”   Nevzat Ozturk di 1992’yan de li Stenbolê hat binçavkirin û li Midûriyeta Emniyeta Gayrettepe bi hefteyan îşkence lê hat kirin. Nevzat li Dadgehê Elwehiya Dewletê (DGM) hat darizandin û cezayê muebetê lê hat birîn. Nevzat şandin girtîgeha Bayrampaşa. Nevzat piştre surgunê Bursa, Bartin, îzmît û herî dawî jî surgunê Boluyê hat kirin. Nevzat 31 sal û 5 mehe girtiye û tevî ku 5 meh berê krîza dil derbas kir, tahliyeya wî sê mehên din hat dirêjkirin û nehat tahliyekirin.   Di meha Nîsanê de Nevzat nerehet dibe û radikin nexweşanê. Di tespta sîntîgrafî de fêr dibin ku Nevzat krîza dil derbas kiriye. Nevzat  ku divê bê anjiyo kirin, tevî înfaza wî temam bûye ne tê tahliyekirin ne tê dermankirin.   Keça wî Jiyan Ozturk der barê tiştên dijîn û têkoşîna xwe de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Min bavê xwe di hevdîtinan de dît…’   Jiyanê da zanîn ku dema bavê wê hatiye girtin 3 salî bûye û got: “Dema bavê min hat girtin em hatin Kurdistanê. Lê bavê min neşandin surgunê girtîgehên dûr kirin. Me di alî aborî de prisgirêk jiya. Derfetên me tunebûn em biçin hevdîtinan. Dema surgunê Îzmît û Bartinê kirin du sê salan carê me hev didît. Di hevdîtinên telefonê de me dixwest em kurdî biaxivin lê destûr nedidan. Cezayên dîsîplînê didan. Min bavê xwe tenê di hevdîtinan de didît. Ji 1992’yan de ye îşkence li bavê min tê kirin.”   Têkoşîna dayika xwe dewr girt   Jiyanê bi lêv kir ku piştî bavê wê tê girtin dayika wê tenê têkoşîna jiyanê dide û wiha domand: “Ji bilî apê min kesî piştgirî neda me. Dayika min em dan xwendin.  Hewl da me bibe cem bavê min. Bavê min li girtîgehê tevli grevên birçîbûnê dibû. Piştre gelek nexweşî lê peyda bûn. Ulser, reflu. Nikare xwarinê bixwe. Dilê wî nerehete. Divê anjiyo bibe. Em ji ber vê bi fikarin. 23’yê Hezîranê de em dipan ku bê tahliyekirin. Me amadekarî kir. Cezayê dîsîplînê hatibû rakirin. Lê ketiye heyetê û heyete biryara dadgehê tune hesibandiye.  Birayê min nexweşe. Ji roviyan 5 caran emelyat bû. Dayika min li birayê min dinêre. Ez jî ji bo bavê xwe hewl didim tiştekî bikim.”   Têkoşîna wê hem ji bo bav hem jî ji bo jinên Kurd e   Jiyan 7 sal berê li Nisêbîn a Mêrdînê bi îdiaya endamtiya rêxistinê tê girtin 6 mehan girtî dimîne û piştî ceza tê erêkirin neçar dimîne koçî Ewropayê bike. Jiyan li Almanyayê di dibistanek dewletê de wek mamosteya kurdî dixebite û pedagogiya civakî dike. Jiyan li wir ji bo bavê xwe têkoşîna xwe didomîne. Jiyan li wir di qada jin û zarokan de ji xebatan dimeşîne û ji bo jinên ji Bakur, Rojava û Efrînê tên şêwirmendiyê dike.   Nikarîbûn min têk bibin!   Jiyanê destnîşan kir ku her çiqas zext û zor lê hatibe kirin jî wê serî netewandiye û wiha dirêjî daye: “Min bavê xwe herî dawî di hezîrana 2017’an de dît. Jiyana me bi nexweşî û girtîgehan, surgunan derbas bû. Ez li Almanyayê dixebitin. Hewldanên min hene. Min ji ser saziya civakî ya sivîl ‘Gesellschaft fur Bedrohte Volker’ nameyek almanî nivîsand û şand ji Parlamentoya Almanyayê. Ji bo hevdîtinê min kampanya îmzeyê da destpêkirin. Kampanya me didome.”   Ji bo girtiyan bang   Jiyanê di dawiya axaftina xwe de ji bo girtiyan bang kir û wiha dawî lê anî: “Divê hemû girtiyên nexweş bê berdan. Ji ber sedemên valan hiqûqa dijminahiyê dimeşînin.Divê jib o girtiyan deng bê derxistin. An jî wê ev zilm bidome. Divê her kes çi ji destê wan tê bikin.Divê piştevaniya bi malbatên girtiyan re bê meşandin. Em her tim li cem bavê xwe bûn. Me tu car ew tenê nehişt. Heta neyê berdan wê têkoşîna me bidome.”