ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-10 09:00:00   * Girtiyê nexweş Nevzat Ozdemîr 31 sal û 5 mehe girtiye û tevî ku 5 meh berê krîza dil derbas kir, tahliyeya wî sê mehên din jî hat taloqkirin. Keça Nevzat Ozdemîr, Jiyan Ozturk wiha got: “Ji 1992’yan de ye bavê min îşkencê dibîne. Jiyana me bi surgun, nexweşî û girtîgehê derbas bû. Heta bêdengî hebe wê zilma li ser Kurdan bidome.” BI DÎMEN    * Xwendekaran diyar kirin ku pergala perwerdeyê her diçe vediguhere pergaleke naveroka wê vala û gotin: “Divê pergal biguhere. Em îtîraz bikin kes me nabihîze. Yekane tişta em dikin tevî hêviya me tune ye jî em xwe amade dikin û dikevin ezmûnan.” DÎMEN HEYE   * Parêzvana jiyanê Suheyla Dogan da zanîn ku bi guherînên di Qanûna Daristanan re destûra qirkirina ekolojiyê didin şîrketan û birîn daran di çarçoveya projeyan de pêk tên. Suheylayê got divê li cîhan û Tirkiyeyê têkoşîna hevpar bê dayîn. BI DÎMEN    * Jinên li Şehbayê yên tevî hemû zehmetiyên koçberiyê, bi nivîsandinê hestên xwe tînin ziman wiha gotin:"Encax em bi nivîsandinê dikarin hestên xwe yên êş, têkoşîn, hezkirin û bextewariyê binivîsin. Tevî şertên koçberiyê yên dijwar jî em dev ji pênûsa xwe bernadin."  DÎMEN HEYE