Wê Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan bi NY'ê re hevdîtinê bike 2023-08-09 13:56:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê li ser doza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi berpirsên NY'yê re bicive.   Di çarçoveya hewldanên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li ser asta hundirîn û derve de ji bo nîqaşkirina doza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, şandeyeke însiyatîfê îro bi Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re dicive.   Li gorî berdevkê însiyatîfê Idrîs Seîd, şande ji komeke hiqûqnasan û endamên însiyatîfa Sûriyeyê pêk tê û xebatên xwe li derve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dewam dikin.   Li gorî Idrîs dê şande tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girîngiya bidawîkirina tecrîdê û azadiya wî ya fîzîkî nîqaş bikin.   Duh, şandeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam, Heleb û bajarên din hatine komkirin, radestî berpirsên CPT'yê ya Konseya Ewropayê kirin û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.   Şandeyê di civîna duh de, ji CPT'yê xwest bi awayekî lezgîn hewl bide hevdîtineke lezgîn a parêzer û malbatê bi Abdullah Ocalan re bê lidarxistin.