Li Eyn Îsaya Tirkiyeyê bombe kir 3 kes hatin qetilkirin 2023-08-09 13:07:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de ji heman malbatê 3 kesî jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn.   Artêşa tirk duh gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Gorî nûçeya ANHA’yê di encama topbaranê de komkujî pêk hat û ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî 3 kesî jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.   Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Hîba El Xelawî (10), Ebdullah (3) û dapîra wan Doza (60).   Her wiha, Melek (12), Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) birîndar bûn.   Dewleta tirk beriya niha jî li gundewarê navçeya Eyn Îsayê 5 komkujî kirin, tê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar çêbûn. Komkujiyên li wê herêmê pêk hatine; Komkujiya Sefawiyê, El Dibis, El Ilêmat, Mezreya Qirtac in.   Li gorî daneyan, ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî (2019) de ji ber êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê li eniyên şer ên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê 118 kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne.