Gultan Kişanak ji bo merasîma cenazeyê xwîşka xwe anîn Xarpêtê 2023-08-09 11:30:23     XARPÊT - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe bibe anîn Xarpêtê. Gultan, tev li merasîma cenazeyê ya li cemxaneyê bû.    Siyasetmedara kurd û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozer bû ku ji ber nexweşiya gurçikan ev demek bû tedawî didît û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Gultan, bi balafirê ji Kandirayê anîn Balafirgeha Xarpêtê û ji vir jî derbasî Cemxaneya Ehlî Beyt a li Taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û Alîcan Onlu yê HDP’î jî tev li merasîmê bûn. Gulten ku tev li merasîma cenazeyê ya li cemxaneyê bû, li vir sersaxî qebûl kir.    Piştî merasîma li cemxaneyê, dê xwîşka Gultan li gundê Sûn ê Xarpêtê bê definkirin.    Tê payîn ku Gultan tev li merasîma definkirina cenazeyê jî bibe.