ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-09 09:00:00     *Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Newroz Haşim têkildarî kampanyaya Komela Jinên Kurdistan a ji bo jinên Şengalî û Efganî daye destpêkirin diyar kir wê tifaqa di nava jinan de encax wan rizgar bike û got:" Êşa me û ya jinên Efganî ji hev ne dûr e. Loma em herdu alî jî li dijî dewletên faşîst û çeteyan ji bo azadiya jinan li berxwe didin. Em piştgiriyê didin kampanyaya Komela Jinên Kurdistan. Em bi jinên Şengalî û Efganî re ne." DÎMEN HEYE   *Jinên li gundê Awyan a Geverê dijî, li dijî buhabûnê û krîza aborî ya giran, bi berhemên ji sewalên xwe digirin û sebzeyên diçînin jiyana xwe didomînin.  DÎMEN HEYE   *Ji bo 5 girtiyên jin yên 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatibûn qetilkirin, bibîranîn cezayê ragîhandinê hat birîn. Endama SGDF MYK’ê Senem Pektaş da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên êriş û girtinê yên desthilatdariyê şûnde gavê navêjin û got: “Em ê hucre bi hucre, kolan bi kolan navên şehîdên xwe yên Pirsûsê bidin jiyîn û ji bo wan her tim têbikoşin.” BI DÎMEN    *Jinên ku li Dêrsimê dijîn polîtîkayên dewleta tirk li ser xwezaya Kurdistanê dimeşîne şîrove kirin. Jinan wiha gotin: "Hestiyariya ji bo bajarên Tirkiyeyê tê nîşandan ji bo erdnîgariya kurdan nayê nîşandan. Em perçeyekî xaka xwe jî ji bo sermayeyê nadin." DÎMEN HEYE   *Ji Komîteya Peşwazîkirina Mîhrîcana Mûnzûrê Gonul Sonbahar 21'emîn Mîhrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê û hişmendiya qedexekirinê şîrove kir û wiha axivî: "Em ê hem li dijî polîtîkayên asîmîlasyona li ser ziman hem jî li dijî polîtîkayên li ser baweriyê têbikoşin û di mîhrîcanan de jî cihekî taybet bidin van mijarana." DÎMEN HEYE   *Ekîn Wan, xewn û xeyalên xwe di sala 2008'an de pêk anî û tevlî têkoşîna azadiyê bû, Ekînê li çiyayê welatê xwe li dijî hemû rolên li jinan tê ferzkirin red kir û li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke bêhempa da meşandin.