Li Haîtiyê revandina jin û zarokan gihiştiye astek bilind 2023-08-08 13:59:22     NAVENDA NUÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku li Haîtî bûyerên revandina jin û zarokan di 6 mehan de gihiştiye astek bilind û xwest mudaxaleyî vê rewşê bê kirin.   Fona Navneteweyî ya Alîkariya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku hejmara buyerên revandina jin û zarokan li Haîtî ku welatê herêma Karîbê li rojavayê girava Hispaniola ye, pir zêde bûye.   Li gora rêxistinê îsal di 6 mehan de 300 bûyerên revandinê hatine tespîtkirin. Par di tevahî salê de li derdora 300 bûyeran rû dabû, 2021’an jî 3 caran kêmî wê reqemê bû buyerên revandinê.   UNICEF’ê ragihand ku bi texmînî 5,2 milyon mirovên li Haîtî dijîn pêwîstiyam bi alîkariya mirovî hene. Rêxistinê got ku ji wan kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, 3 milyon zarok in û hemû di nav belengaziyê de dijî.   UNICEF’ê da zanîn ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de 300 bûyerî rûdaye, jin û zarokên hatine revandin piranî bi zorê ji aliyê komên bi çek pêk hatiye.   'Ev yek nayê qebûlkirin'   Rêvebirê Herêmî yê UNICEF’ê ji bo Amerîkaya Latîn û Karibik, Garry Conille li ser mijarê ji ragihandina navnetewî axivî û got; “Çîrok û serpêhatiyên kesên ji bo me tên gihandin, me matmayî dihêle û ev yek nayê qebûlkirin.”   Garry di dewamiyê de anî ziman ku nabe jin û zarok wekî mal-milk bê destgirtin û xwest pêşî li van revandinan bê girtin.   Li gorî UNICEF’ê ragihandî, buyerên revandinê bi giranî wek rehînegirtin û serbestberdana bi beramberî pere rû dide. UNICEF’ê bal kişand ser zilm û zora li kesên tên revandin hatiye kirin jî kir û hate gotin; “Kesên tên berdan, yan xwe rizgar dikin jî, demek dirêj di bin bandora bûyeran de dimînin û pirsgirêkên giran dijîn.”