Xwişka Gultan Kişanak jiyana xwe ji dest da 2023-08-08 12:30:46     STENBOL - Xwişka siyasetmedara kurd Gultan Kişanak, Zeynep Ozer a tedawiya gurçikan didît jiyana xwe ji dest da.    Xwişka siyasetmedara kurd, hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak a niha di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin, Zeynep Ozer a tedawiya gurçikan didît li Nexweşxaneya Park Medical a Xarpêtê, jiyana xwe ji dest da.    Ji bo xwişka xwe xwest mazeretê ragihîne mîkrofon hat girtin   Do Gultan Kişanak di Doza Kobanê de ji bo nexweşiya xwişka xwe xwestibû mazeretê ji dadgehê re ragihîne lê belê serokê dadgehê mikrofon girtibû. Piştre jî Pergala Deng û Dîmenb (SEGBÎS) hat girtin.    Ji bo cenaze serlêdana destûrê    Her wiha parêzerên Gultanê ji bo tevlîbûna cenaze serlêdan kirin. Hat hînbûn wê Zeynebê li Gundê Sunê yê Xarpêtê bê veşartin.