Deniz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn 2023-08-08 10:55:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Rojnamevan Deniz Firat ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû, di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.   Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Li vê derê du rojan êrişek pir dijwar rû da û li beranberî vê êrişê berxwedanek bêhempa ya hêza parastina cewherî (HPC) ya wargehê û gerîlayên HPG û YJA Starê hat kirin. Ji bo ragihandina vê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî gel û berxwedana têkoşerên azadiyê ya di wê pêvajoyê de hatî kirin, rojnamevan Deniz Firat kêlî bi kêlî ji raya giştî re radigihand. Di berxwedana du rojan de Rojnamevan û têkoşera hemdem Deniz Firat di encama êrişa DAIŞ’ê de gihişt şehadetê.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Rojnamevan Deniz Firat ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de jiyana xwe ji dest da, di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de li Parka 4’ê Nîsanê ya wargehê bi pêşangehekê hat bibîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê hempîşeyên wê û malbata wê ve li Parka 4’ê Nîsanê hat organîzekirin.   Li Parkê pêşangehek ji bo bibîranîna Şehîd Deniz Firat hat amadekirin. Ev pêşangeh bi wêneyên Apê Musa, Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat û eşyayên wê her wiha wêneyên Rojnamevan Hindistan, Silêman, Evîn Buldan, Evîndar Cûdî û bi dehan wêneyên têkoşer Deniz ên bi malbat, gel û hevalên wê re kişandibûn hatibû xemilandin. Bi kombûna hemû hempîşeyên wê, malbata wê û xelkê wargehê yê li Parkê di kesayeta têkoşer Deniz Firat û cangoriyên çapeneniya azad de ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê hempişeya wê Rojnamevan Jiyan Pîran ve axaftinek hat kirin.   Rojnamevan Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Deniz Firat de, tevahî cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha got: “Îro 9’emîn salvegera Şehadeta hempişeya me Deniz Firat e. Wek tê zanîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di salên 2014’an de li ser tevahî gelê Kurd hatî destpêkirin, armanca wan qirkirin û tinekirina gelê Kurd bû. Yên ku li beranberî van êrişan sekinîn gerîlayên HPG, YJA Star û hêza cewherî ya gelê Mexmûrê (HPC) bû. Her wiha endamên me yên çapemeniyê jî ji bo vê êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana gerîla û gelê wargehê ya li beranberî çeteyan ji raya giştî re ragihîne di çeperên herî pêş de bûn ku yek ji wan Şehîd Deniz Firat bû.”   Jiyan Pîran di dawiya axaftinên xwe de wiha peyîvî: “Em li beranberî ked û têkoşîna hempişeya xwe Şehîd Deniz Firat bejna xwe ditewînin û weke hempîşeyên wê em ê heta dawiyê şopdarê rêya rêheval Deniz, Gurbetelî Ersoz, Evîn Buldan, Rizgar Adanmiş û bi hezaran şehîdên din ên çapemeniya azad bin.”   Piştî axaftina Rojnamevan Jiyan Pîran birayê Deniz Firat, Cûma Yildiztan jî wiha hestên xwe anî ziman: “Di serî de em di kesayeta Şehîd Deniz Firat de  hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin. Îro 9’emîn şehadeta Şehîd Deniz e, kêm zêde gelê wargehê û gelê welatparêz ê her çar aliyê Kurdistanê Şehîd Denîz Firat û xeta ku Şehîd Deniz tê de şehîd ketî dizanin. Bi rastî ez ne wekî birayekî Şehîd Deniz bûm, ez wekî hevalekî wê bûm. Deniz Firat di temenê xwe yê biçûk de, di salên 90’î de ket ser rêya penaberiyê. Berxwedana wê ya 22 salan a di çiyayên Kurdistanê de, her wiha piştî 22 salan berê xwe da çapemeniya azad. Herî dawî jî di sala 2014’an de ji bo rastiya jiyanê û hovîtiya DAIŞ’ê û hevkarên wê, dewleta Tirk û hevkarên wê PDK ku zilmê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dikin derxîne rastiyê, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Li cihê ku kamera pêwîst dikir bi kamera kar dikir, li cihê ku çek pêwîst dikir bi çekê li hemberî dijmin şer dikir û ti carî li hemberî dijmin serî neditewand. Em weke malbat serbilind in ku em xwediyê şehîdên wekî Deniz Firat, Rizgar Adanmiş, Şehîd Gurbetellî Ersoz in ferqa yekê jî nîne. Çawa Deniz Firat xwişka me bû, Rizgar Adanmiş jî birayê me bû, şehîdên Kurdistanê hemû jî yek in ferqa yekê jî ji bo me nîne.”   Herî dawî helbesta ku ji aliyê Mahîr Tunç ve ku li ser têkoşer Deniz Firat hatibû nivîsîn, ji aliyê Rojbîn Otun ve hat xwendin.   Herî dawî gel bi awayekî girseyî û eleqeyek mezin serdana pêşangeha ku hatibû amadekirin kirin.