ROJEVA 08'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-08 09:00:00     * Rêvebera Kargeha Çand û Hûnerê ya Aryenê Fadîme Polat, anî ziman ku ew perwerdeya wêne, muzîk û şanoyê bi zimanê kurdî didin û got: "Xwedîderketina li ziman ne tenê bi axaftinê bi rêya xebatên çand û hunerê jî dikare bê kirin. Em dixwazin koma xwe ya jinan mezin bikin û komek mayînde ava bikin. Xwedî li zimanê xwe derkevin." BI DÎMEN    *Derhêner û rêvebera OSAD’ê Lîsa Çalan, diyar kir ku dê di 8'emîn Mîhrîcana FilmAmedê de nêzî 30 fîlm bê nîşandan û bang li jinan kir ku bi projeyên xwe tevlî mîhrîcanê bibin. BI DÎMEN    *Jinên li gundê Tiloran ê girêdayî Geverê ye û bêrîvantiyê dikin diyar kirin ku bingeha qeyrana li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên taybet in û gotin operasyonên leşkerî jî yek sedema vê yekê ye. BI DÎMEN    *Endama Koma Xebatê ya Qeyrana Avhewayê ya Partiya Çep a Kesk Çigdem Ozbaş, diyar kir di çarçoveya polîtîkayên şer de xweza tê qirkirin û got: "Qirkirina xwezayê jî bi xwe re qeyrana avhewayê tîne û qadên jiyanê teng dike. Bê daristan jiyan ne pêkan e û divê em xwedî li hewa, av û axa xwe derkevin." BI DÎMEN    *Ji parlamenterên Partiya Çep a Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyigit da zanîn piştî civînên bi gel re yên sê mehan dewam kirin kampa sê rojan dest pê kir û ev bi vê yekê re ewl hewl didin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Gulcanê bi lêv kir civînên bi gel re ji bo me bûn eynik û got ew ê li ser bingeha rêya sêyem xebatên xwe bidomînin. BI DÎMEN