Endama Meclîsa DBP’ê Mizgîn ji girtîgehê derket 2023-08-07 22:44:52   STENBOL - Endama Meclisa DBP’ê Mizgîn Çîftçî ya li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihate ragirtin hate berdan.    Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mizgîn Çîftçî ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihate ragirtin, hate berdan. Malbat û xizmên Mizgînê di derketina girtîgehê de ew bi kûlîlkan pêşwazî kirin. Mizgîê pişt re bi malbata xwe re ji bo biçe bajarê xwe bi rê ket.    Çi qewimîbû?   Mizgînê, dema kontrola rê ya di navbera rêya bêjahiyê ya Mûş û Çewlîgê de hatibû binçavkirin. Mizgînê ya li ser fermana dozgeriyê hatibû binçavkirin, biribûn Miduriyeta Polîsan a Mûşê. Mizgînê ya derxistin dadgehê hatibû girtin.