Li Xîzanê bertek nîşanê talankirina xwezayê hat dayin 2023-08-07 20:48:28   BÊDLÎS - HDP û Partiya Çep a Kesk, der barê talankirina xwezayê ya li gelek gundên navçeya Xîzanê ya ji ber operasyonê pêk hat de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Her wiha hat destnîşankirin ku rizgariya Akbelen li Cûdî, rizgariya Xîzan û Çewlîgê jî li Çiyayên Kazê ye.   Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), têkildarî li gelek gundên navçeya Xîzan a Bêdlîsê ku di 14'ê Tîrmehê de "Herêma Ewlekariya Taybet" hatibû îlankirin û di 28'ê Tîrmehê de bi dawî bû û di encamê de qirkirina xwezayê pêk hat de, li navenda Xîzanê daxuyaniya çapemeniyê da. Endam û rêvebirên HDP û Partiya Çep a Kesk ên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji hêla rêvebirê HDP’ê yê Xîzanê Îkbal Koçman ve hat xwendin.    Polîtîkayên bê mirovî tên meşandin   Di daxuniyê de hat gotin ku, wekî Cûdî û Akbelen nêzî du meh in li herêma Tûzkan a Xîzanê qirkirina xwezayê berdewam dike. Daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Demek dirêj e bi hinceta ewlehiyê  polîtîkayên dewletê li herêmê berdewam dike. Li herêmê darên gûz û fistiqan ku debara welatiyan e, hatin birîn û şewitandin. Şewitandina daristanan tê meşrûkirin. Sûcê xweza û jiyanê tê kirin. Zindiyên ku mafê wan ê jiyanê yên li daristanan tên tunekirin. Ev yek dibe sedema bûyerên xwezayî yên jiyanê. Qaşo li herêmê di bin navê ewlehiyê de bi awayekî kêyfî ketin û derketinê de qontrol tên kirin. Ji ber operasyonê gundî nikarin ji malên xwe derbikevin. Dixwazin herêmê vala bikin û bê mirov bihêlin û bi vê rengî polîtîkayan bimeşînin. Destên xwe ji bax û baxçeyên me vekişînin.”   ‘Rizgariya Akbelen li Cûdî ye’   Di daxuyaniyê de bang li STK, tevgerên ekolojiyê û hezkiriyên sewalan hat kirin ku xwedî Xîzanê derbikevin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Navenda sereke ya têkoşîna ekolojiyê li dijî polîtîkayên şer û dagirkeriyê bi hev re rawestin û têkoşîna hevpar e. Rizgariya Akbelen li Cûdî ye, rizgariya Xîzan û Çewligê li Çiyayên Kazê ye. Rizgariya xwezayê li dijî polîtîkayên şer, dagirkerî û rantê, têkoşîna yekbûyî ya jin a ekolojîk a demokratîk e. Careke din em banga li hesasiyet û têkoşînê dikin ku hemû civak, jiyan û xwezayê biparêzin.”    Daxuyanî bi dirûşmeyên “Xweza jiyan e, daristan jiyan e” û “Destên dirêjê xwezayê dibe bila bişikê” hatin berzkirin ve bi dawî bû.