Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîd û êrîşan dimeşin 2023-08-07 14:27:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşin.   Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek lidar xistin. Meş ji Navçeya Şêranê dest pê kir û wê heta qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dewam bike.   Girseyê alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildane û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre îxanet” û “Soza me serkeftin û Tolhildan” berz dikin.   Beriya ku meş dest pê bike ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Derwîş axivî û wiha got: “Soza me yan serkeftin yan serkeftin e. Em ê dest bi meşa dirêj a rojekê bikin. Armanca me jî ew e ku em peyamê bidin faşîzmê ku em ê her hebin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila her kes bizanibe ku tenê me soza serkeftinê daye, tenê riyek li pêşiya me ye ew jî yan serkeftin an serkeftin e. Vaye keşfa faşîzmê her roj li ser me digere, divê em ciwan jî êdî rabin ser piyan û li hemberî faşîzmê xwedî bertek bin.”   Meş ji navçeya Şêranê dest pê kir û tê payîn ku piştî 10 kîlometrayan wê meş bigihêje qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê û li wir di seatên êvarê de meş bi dawî bibe.