Kongra Star xwest kujerê Heba Mehmûd El-Xelef bê cezakirin 2023-08-07 13:47:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star ya Bajarê Hesekê derbarê qetilkirina Heba Mehmûd El-Xelef daxuyanî da û got: "Em daxwazê ji hemû saziyên mafên mirovan û gel dikin, dadgeh demildest li ser vî sûcî lêkolîn bikin û kiryar cezayên herî giran bigrin."   Kongra Star ya bajarê Hesekê li dijî qetilkirina Heba Mehmûd El-Xelef a dayika sê zarokan beriya dû rojan ji aliyê mêrê perê hatî zewicandî ve li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê hate qetilkirin, daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hem malbata jina hatî qetilkirin û hemû sazî û rêxêstinên jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a bajarê Hesekê Lemiya Mihemed ve hat xwendin.   Daxuyanî wihaye:   “Piştî şoreşa Rojava ku bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' weke şoreşa jinê hate binavkirin, bûyerên kuştinê zêde bûn, li Taxa El-Eskerî jina bi navê Heba Mehmûd El-Xelef  a 30 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayek hovane hate qetilkirin û cenazeyê wê di mal de ma. Ne cîhan ne jî hiqûq vê sûncê qebûl dike. Ji ber ku jin bingeha civakê tê dîtin. Lê hîn jî zîhniyeta desthilatdar û mêran sûcên herî hovane yên kuştin, zalim, pirjinî, her cure û şêwazên tundiya li ser jinê dike, ev sûc bûne xeter.   Em wek Kongra Star û hemû rêxistinên jinan û mafên mirovan daxwaza cezayên herî giran li kiryaran dikin. Ev sûcekî nefretê ye ku di heman demê de jinan ji mafê jiyanê û dayiktiyê bê par dike. Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû saziyên mafên mirovan û gel dikin, dadgeh demildest li ser vî sûcî lêkolîn bikin û kiryar cezayên herî giran bigrin.”