Bertek nîşanî daxwaza Diyanetê dan: Hîşmendiya şerîatê tê avakirin 2023-08-07 09:08:14   DÊRSIM - Jinan daxwaza tevlîbûna Diyanetê ya ji bo Doza Kobanê nirxandin û diyar kirin ku ew ê weke platformên jinan û hêzên demokrasiyê li dijî vê têkoşînê bimeşînin.   Doza Kobanê ji sala 2021’ê ve heta niha berdewam dike. Çend derbarê daraz ne serbixwe ye nîqaş tên kirin jî vê demê daxwaza tevlîbûna Diyanetê ya Doza Kobanê ket rojevê. Ev tişt nîşan dide ku dê ol bandorê li darazê bike. Her wiha mijara din a tayinkirina "şêwirmendên olî" yên li dibistanan jî guherîna pergalê yekcar raxist ber çavan.    Jinên beşdarî 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ya Dêrsimê bûn, têkildarî daxwaza Diyanetê û şêwirmendên olî, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Jin tên hedef kirin’   Songul Duman diyar kir ku Diyanet zexteke pir mezin li jinan dike. Songulê anî ziman ku niha desthilatdariya herî tarî li ser kar e û wiha berdewam kir: "Ewilî jinan hedef girtin. Bi hatina Partiya Yenî Refah, HUDA-PAR nîqaşên ji bilî hevperwerdeyê derket holê û pêşniyaznamê hatin dayîn. Pêwîste ku  em wek jin têkoşîna xwe xurttir bikin. Em êdî ditirsin ku di rê de bimeşin. Diyanet bi rastî jî baş dixebite û tenê jinan hedef digire. Niha di dibistanan de bi hinceta ‘Şewirmendiya manewî’ bernameya ‘Ez ji derdora xwe re hesas im, xwediyê nirxên xwe me (ÇEDES)’ derxistine. Em li dijî vê ne. Pêwîste ku malbat li hemberî vê bertek nîşan bidin, teqez qebûl nekin û nehêlin mele ji zarokên wan re şewirmendiyê bikin.”   'Hîşmendiya şerîatê tê avakirin'   Songulê da zanîn ku li ser girtiyên nexweş ên jin de zextek pir mezin heye. Songulê daxuyand ku jin di kuçe, mal û girtîgehan de bi zexteke mezin re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanc xuya ye. Dixwazin jinan di bindesta zextê de bigirin. Dixwazin derketina jinan a kuçeyan asteng bikin û jinan di malê de heps bikin. Hişmendiya şerîatê tê avakirin. Piştî hilbijartinên rêveberiya xwecihiyê de zext û zilmê zêdetir mezin bibe.”   ‘Pêwîstê dengê têkoşînê bilind bibe’   Songulê bal kişand li ser rêxistinên jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Pêwîste ku jin bên cem hev. Em nêçarin ku her tim têbikoşin. Pêwiste ku di hindirê malê de heta kuçeyan dengê têkoşîna xwe bilind bikin.”   Xetereya hişmendiya DAIŞ'ê   Endama Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê Sema Înal jî destnîşan kir ku êrişên ramyarî ya li ser jinan ya di pêşerojê de bandorê li ser hemû jinan bike û wiha pêde çû: “Gonca Kurîş bi destê Hizbullahê hat qetilkirin û niha Hizbullah li parlamentoyê ne. Niha jî mudaxilê Doza Kobaniyê dibin. Em ê wek jin û Hêzên Ked û Demokrasiyê barên ku dikeve li ser milên me, em ê bigrin û xebatên xwe bidomînin. Feshkirina Peymana Stenbolê rêya belavbûna hişmendiya baviksalarî zêdetir vekir." Semayê destnîşan kir ku komkujiya jinên êzidî bi hişmendiya DAIŞ’e pêk hat û ev xetere hêj jî li holê ye. Semayê diyar kir ku pêwîste ku daxwaza mudaxilbûna Doza Kobaniyê neyê qebûlkirin.    ‘Bi rihê piştevaniyê tekilî bi jinên girtî re pêş bixin'    Semayê, destnîşan kir ku pêwiste ku dayik ji bo bernameya "Ez ji derdora xwe re hesasim, xwediyê nirxên xwe me(ÇEDES)" bertekên xwe ya li hemberî Diyanetê nîşan bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe malbat nêçarin ku bertekên xwe nîşan bidin ji ber ku dibistan cihê perwerdeya olê nîne. Pêwîste ku bi rihê piştevaniyê jinên di girtî re bikevin têkilîye û netirsin. Pêwîste ku em hêzên xwe ya demokratîk bikarbînin.”