Gumanbaran bi ‘efûyê’ tahliye dikin: Wê rêjeyên sûc zêde bibin 2023-08-07 09:06:28     Habîbe Eren   BURSA - Endama OHD’ê parêzer Selîn Kan da zanîn ku bi sererastkirina înfazê re ji bo gumanbarên tundiyê ‘efû’ tê û ev jî wê tundiyê zêdetir bike. Selînê wiha got: “Ji kesên ku sûc dikin, gelek mexdûr dibin.” Ji Tora Parastina Jinê Gulay Alkan jî daxuyakirin ku divê civak ji vir şûnde zêdetir xwe rêxistin bike û kolanê bikar bîne.   Di mehên borî de desthilatdariya AKP’ê di nav Komeqanûnê de sererastkirina înfazê pêşkêş kir û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Bi vê sererastkirinê carek din bi ‘efûya veşarî’ pêşiya berdana gumanbarên tundiyê tên vekirin. Bi sererastkirina înfaza nû re ji 31’ê Tîrmehê şûnde ji bo girtiyên li girtîgehên girtî û vekirî wê efûya ‘rewşa baş’ pêk bê.   Bi vê qanûna mijara gotinê re gumanbarê ku jin qetil kiribe û 20 sal ceza lê hatibe birîn jî  wê tenê sê sal û nîvan li girtîgeha girtî bimîne. Di sûcên êrişa zayendî û edlî de gumanbar 10 sal ceza girtibe tenê wê mehekê girtîgehê de bimîne. Ji 31’ê Tîmrehê şûnde wê girtî bi şerta rewşa baş sê sal zûtir bên berdan.   Girtiyên siyasî, girtiyên nexweş, rojnameger û kesên ji ber fikr û ramanê hatine girtin wê ji vê sererastkirinê fêdeyê negirin. Di pêvajoya kovîdê de ‘efûya kovîdê’ hat derxistin û mêrên bi vê efûyê derketin di du salan de herî kêm 15 jin û 3 zarok qetil kirin. Sererastkirina mijara gotinê ye jî wê pêşiya tundiyê veke.   Endama Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Selîn Kan û ji Tora Parastina Jinan Gulay Alkan der barê sererastkirinê de nirxandin kirin.   ‘Hewl didin barê girtîgehan sivik bikin’   Selînê destnîşan kir ku sererastkirina înfazê  yên li girtîgehan û yên di destûra covîdê de dihewîne û wiha vegot: “Sererastkirin dîsa bi nîvê şevekê de ji aliyê komisyona butçeyê ve hat derxistin. Di rêjeya sûc de zêdebûnek cidîheye. Ji ber rejima aborî û enflasyonist mirov berbi sûc ve diçin û ligel vê di sûcên qetilkirin û zayendî de bi awayekî cidî zêde bûn heye. Bi vê sererastkirinê hewl didin barê dewletê bê sivikirin.”   Selînê destnîşan kir ku di rewşa heyî de bêyî pêvajoya başkirinê divê derbasî girtîgehên vekirî neyên kirin û wiha daxuyand: “Ev pêvajo li ber çavannehat girtin û pêşberiya mafê berdana bi kontrol hat vekirin. Çiqas kesên sûc dikin hene, hejmara kesên ji van kesan bandor dibin hîn bêtir zêdene. Niha îdia dikin ku ev kes bila bi civakê re li hev bên. Lê di vir de baweriya mexdûran a bi edeletê jî tune dibe.”   ‘Sererastkirinek ku newekheviyê dike’   Selînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên siyasî ji derveyê vê sererastkirinê girtine. Ev jî newekheviyê bixwe re tîne. Em dibêjin ku ger ku mirov bi civakê bên qezenckirin sûc çi dibe bila bibe divê her kes wekhev be. Di vî alî de sererastkirinek newekhev derxistine. Ji bo girtiyên siyasî tu başiyek tuneye û rewşa wan roj bi roj xera dibe. Wek tê îdiakirin ku armanc ne ev e ku ev kes bi civakê bên qezenckirinê ne. Berovajî vê wê sûcên li dijî jinan, destdirêjî, tundî, dizî zêdetir bibe. Çekdariya şexsî wê zêdetir bibe.”   ‘Qadên me yên biewle hatin sînorkirin’   Gulay Alkan jî bi lêv kir ku di pandemiyê de pêşiya bergana gumanbaran hatiye vekirin û wiha anî ziman: “Pêvajoya Covîdê de gumanbar di bin navê karantînayê de bi qanûna berdana bi kontrol hatin berdan. Wezîrê dadê yê demî got ‘bi awayekî baş ketin nav civakê’. Vê qanûnê jin û zarok ji xwe kiribûn fikaran. Pêşiya bêcezahiştinê hat vkeirin. Niha jin nikarin dengê xwe derxin ji ber dizanin ku tu cezakirina gumanbaran tune. Gumanbar gilî bikin jî tu tiştek nayê kirin.”   ‘Komara tirsê diafirînin’   Gulayê destnîşan kir ku pêşiya tundî û çekdariyê hatye vekirin û gumanbar bê ceza hatine hiştin û wiha dirêjî daye: “Welat bi qanûnên daristanan tê birêvebirin. Peymana Stenbolê şevekê de hat rakirin. Niha hewl didin qanûna hejmar 6284 rakin. Desthilatdarî naxwaze denge jinan derkeve.  Dixwaze komara tirsê biafirîne. Dixwazin civakek rizyayî ji rê derketî biafirînin. Bi vî awayî dixwazin desthilatdariya saxlem bikin. Li dijî van pirsgirêkan divê muxalefet kolanan bikar bînin. Em yek ne di ewlehiyê dene. Divê em bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin.”