Li Bazarcixê aşûre hatin parvekirin 2023-08-06 21:10:06   MEREŞ - Li Bazarcixê piştî rojiya Yas Matem aşûre hatin çêkirin û parvekirin.   Komeleyên Çanda Elewî ya Bazarcixê, şahiya aşûreyê ya Yas Matem pêk anîn. Seranserê meha Muharemê rojiya Yas Matem hat girtin û piştî vê eşûre hat çêkirin, di bernameyê de hat parvekirin. Endamên komeleyê û gelek kes tevli bernameyê bûn.   Saymanê Malacemê Salman Gencer axaftina vekirinê kir. Di bernameyê de Pîrê Mala Cemê Kazim Oz axivî. Piştî axftinan ji bo eşûreyê dua hat kirin û aşûre hat parvekirin.