Jinên TJA’yê diyanet protesto kirin 2023-08-06 18:38:44     ŞIRNEX - Li Sîlopiyê jinên TJA’yê, daxwaza Diyanetê ya ji bo tevlibûna Doza Kobanê bi gotina ‘Hûn nikarin li pêş têkoşîna me ya mafdar bibin asteng’ protestor kirin.   Serokatiya Karê Diyanetê ji bo tevli Doza Kobanê bibe daxwazname şand. Bertekên li diJî vê didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sîlopiya Şirnexê li taxa Cudî li ser riya Îpekyolu  pankarta bi nivîsa ‘Daxwaznameya Serokatiya Karê Diyanetê ya ji bo tevlibûna doza kumpasê ya Kobanê bi yek gotinê dijminahiya li hember Kurdane. Em fetvaya diyanetê red dikin. Vê nêzîkatiyê red dikin û hûn nikarin pêşî li têkoşîna me ya mafdar bigirin. Jin jiyan azadî.”   Pankarta ku jinan daliqand ji aliyê polîsan ve hat daxistin û desteserkirin.   Jinên TJA’yê diyanet protesto kirin