Li Tebqayê 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin 2023-08-06 15:24:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneya Avê ya bajarê Tebqayê diyar kir ku ji ber girtina ava Firatê ji aliyê Dewleta Tirk ve, 9 stasyonên dayîna avê bi temamî ji xizmetê derketine.   Bi dehan endamên Yekîneya Avê ya Tebqayê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kom bûn û têkildarî girtina ava Firatê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve û 9 stasyonên avê yên ku êdî xizmetê nadin daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîneya Avê Hemûd Şêx ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina avê ji aliyê dewleta Tirk ve ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna avê wekî çekekê li hember gelên herêmê, dewam dike.   Di dewama daxuyaniyê de bal li ser berdewamkirina binpêkirina peymanên têkildarî ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kişandin û hat gotin: “Di encama binpêkirina wan peymanan de sewiyeya ava bendav û golan û di nav de Bendava Tebqayê, pir kêm bûye. Bendava Tebqayê ji ber van kiryaran 4 milyar metrekab av ji dest daye.”   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 9 stasyonên dayîna avê bi temamî ji xizmetê derketine û kesên ku ji van stasyonan sûd werdigirt ji avê bêpar mane.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku roleke aktîv bilîze, gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar bike û dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî sûriyeyiyan dike, bîne.