Li Reqayê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin 2023-08-06 15:22:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Reqayê meşek hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Em soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didin."    Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên Dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ve hat organîzekirin.   Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê bi beşdariya şêniyan, endamên meclisên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl dest pê kir. Welatiyan di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê Apocî xwe nû bikin û Cenga azadiyê bi ser bixin" , "Li dijî tecrîd, dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê" hildan.   Meş li Qada Jinê veguherî mîtîngê. Beşdarên çalakiyê dirûşmênên "Bê serokê jiyana nabe" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Di mîtîngê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mihemed Elî daxuyaniyek xwend û tê de komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kirin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîd dûrî planên navneteweyî yên li dijî Rojhilata Navîn ên bi armanca parçekirin û dagikeriyên nû pêk tên, nîn e. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê dê nikaribe gel dûrî fikrên Abdullah Ocalan bixe û hat gotin: “Hûnê nikaribin roja me tarî bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye.”    Her wiha soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat dayîn.