Di şikandina tecrîd û bi dawîkirina şerê taybet de bi biryar in 2023-08-06 09:16:51     Dîlan Babat    ENQERE - Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Senem Erîş der barê kampanya "Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet" nirxandin kir û da zanîn ku di naveroka kampanyayê de polîtîkayên tecrîd, xweza, talan, hişbir, fuhuşê cih digiri nû li dijî vê wê rêxistinbûnê bikin. Senemê ji bo polîtîkayên şerê taybet ya li Kurdistanê jî da zanîn ku bi vê polîtîkayê dixwazin gel biqedînin.   Desthilatdarî li Kurdistanê di bin navê şerê taybet de polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê li hember Gelê Kurd dide meşandin. Yek ji van polîtîkayên qirêj hişbir e û bi vê polîtîkayên ciwan û zarokan bê bandor dihêlin. Malatên ku bertek nîşan didin û îxbar dikin jî tên tehdîdkirin. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk duh li dijî van polîtîkayan kampanya ‘li djî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ da destpêkirin.   Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Senem Erîş der barê kampanyayê de nirxandin kir.   ‘Divê tecrîd bê şikandin’   Senemê balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “28 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Em bi vê kampanyayê baldikişînin ser tecrîda giran. Tecrîd bixwe re xizanî, şer û kaosê tîne. Tecrîd bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de gel tên tecrîdkirin. Divê teqez ev tecrîd bê şikandin.”   ‘Di bin navê hezkirinê de jinan dixînin’   Senemê balkişand ser polîtîkayên şer yên taybet yên li Kurdistanê tên meşandin û wiha domand: “Ya li Kurdistanê tê jiyîn ne tesadufe. Li ser ciwan û jinan polîtîkayek taybet heye. Ciwan di hedefa van polîtîkayan de. Ciwanan berbi fuhuş, hişbirê ve dibin. Tişta dixwazin bikin ev e ku ciwanan ji têkoşînê dûr bigirin. Wek bûyera Îpek Er û Gulîstan Doku, polîtîkayên li hember jinên ciwan pir kûr in. Di bin navê hezkirinê de hewl didin jinên ciwan bixînin. Yên herî zêde hedef tên girtin jinin.”   Li dijî polîtîkayên şer rêxistinbûn   Senemê bi lêv kir ku dewlet ji ser ciwanan malbatan tehdîd dikin û wiha vegot: “Malbatan ditirsînin û hewl didin ciwanan ji têkoşînê dûr bigirin. Ciwan li dijî van polîtîkayan berxwe didin û tên gel me. Me li dijî vê gelek kampanya dan destpêkirin û em bi jinan re tên gel hev. Ji vir şûnde jî em ê li ber xwe bidin. Em ê li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet rêxistinbûna xwe pêk bînin. Em ê bi ciwanan re di piştevaniyê de bin. Em xebatên hişmendîkirinê bidin destpêkirin.”   Senemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî bidawîbûna civînên dema nû şûnde wê bi awayekî hevdem xebatên kampanya xwe li Tirkiye û Kurdistanê bidin destpêkirin.