Parêzer Şukran Eroglu: Ya ku mexdûr efû nake dewlet nikare efû bike 2023-08-06 09:13:21   Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Şukran Eroglu derbarê sûcên destdirêjiya li hember zarokan de, efûyên tên derxistin, nêzîkatiya darazê ya ku gumanbaran diparêzin de, nirxand û diyar kir ku gumanbarên ku mexdûr efû nakin dewlet nikare efû bike û got divê gumanbar di asta herî jor de ceza bigirin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê destdirêjiya li hember zarokan her diçe zêde dibe. Piştî sûcên tundî û destdirêjiyê, bêcezahiştin û daxistina ceza ya ku daraz pêk tîne jî pêşî li her cureyê tundî û qetilkirinê vedike. Li aliyê din piştî biryarên ku gumanbaran diparêzin şûnde, zarokên destdirêjî lê hatine kirin jî întîxar dikin û dawî li jiyana xwe tînin.   Enqere, Colemêrg û Êlih   Li Enqereyê di 2021’ê de Eda Nûr Kaplan ya 18 salî çû cem polîs û got êrişa zayendî lê hatiye kirin. Şexsê tê binçavkirin bi hinceta qelsiya delîlan hat berdan. Piştî vê Eda Nûr dawî li jiyana xwe anî. Li navçeya Qûbîn a Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan destdirêjî li Îpek Er ya 18 salî kir û di 16’ê Tîrmeha 2020’an de Îpekê dawî li jiyana xwe anî. Li ser gilîkirina malbatê Mûsa Orhan hat binçavkirin û lê bi qedexeya derketina derveyê welat hat berdan. Li gundeki Şemzînan a Colemêrgê di 27’ê Gulana 2016’an de Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz  destdirêjî li Esra Y. ya 11 salî kirin. Piştî zarokê tiştên jiya vegot her sê gumanbar hatin girtin û doz li Dadgeha Ceza Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo gumanbar cuda cuda 42 sal ceza hat dayîn. Parêzerên gumanbaran li dadgeha edliya Wanê îtîraz kirin û li ser vê ceza hat xerakirin û biryar hat dayîn gumanbar dîsa bên darizandin. Lê gumanbarên hatin girtin piştî 8 mehan şûnde bi hinceta qelsiya delîlan hatin berdan. Esrayê 11 roj şûnde dawî li jiyana xwe anî.    Encamên pêkanîna efûyê   Parêzer Şukran Eroglu der barê mijarê de nirxandin kir.   Şukranê da zanîn ku bi pêkanînên efûyê re gelek sûcdar bêyî cezayên xwe temam bikin ji girtîgehan derdikevin û wiha vegot: “Ev sûcdar nayê rehabîlîtekirin, ji perwerdê nayên derbakirin û ji ber vê ye ku çawa dertên dîsa sûc dikin. Bi salane desthiladarî sûcdaran wekê ku xelat bike, cezayan dide û ev jî rê li ber her cureyê tundiya li hember jin û zarokan vedike. Rê li ber  travmayên mezin vedike.”   ‘Zarok tirsek mezin dijîn’   Şukranê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku zarok bi jiyana xwe de travmayê ji ser xwe navêjin û wiha pê de çû: “Gelek caran ji ber piştgiriya psikolojik nagirin pirsgirêk jî nayê çareserkirin. Zarokên dibihîzin ku gumanbar ji girtîgehan hatine berdan bi fikar dijîn. Ji ber vê jî dawî li jiyana xwe tînin û întîxar dikin. Di mijara paratina zarokan de xebat qels dimînin.”   ‘Ya ku mexdûr efû nake dewlet nikare efû bike’   Şukranê ji bo pêşîgirtina van travmayan van pêşniyaran dike:   “* Divê gumanbar tu carê ji efûyê fêdeyê negire (ya mexdûr efû nake dewlet nikare bike)   * Divê gumanbar di asta herî jor de bê cezakirin,   * Divê qanûna înfazê bê guhertin û sûcên li hember jin û zarokan nekevin çarçoveya înfazê, gumbar cezayê ku girtiye bikşîne.    * Divê teqez zarok bê rehabîlîtekirin û travma ji ser bê rakirin,   *Divê gumanbar li girtîgehê bê islahkirin û ji perwerdehiyên pêwist bê derbaskirin.