'Ew ê têkoşîna jinên kurd a li dijî êrişan dewam bike' 2023-08-06 09:03:46     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên li Şehbayê dimînin bal kişandin ser êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ew ê têkoşîna wan a li dijî êrişan bidome û gotin:"Dewleta tirk her carê jinan dike hedefa xwe û hemî cureyên gef û kiryarên hov bi serê wan de tîne. Ji ber ku baş dibîne çawa jina kurd civakekê bi rê ve dibe û bi pêş dixe. Jin xwe bi rêxistin dikin û li dijî êrişan disekine."   Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dike. Bi van êrişana jin, zarok û gelê kurd dibin hedef. Her wiha di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de jî her cure êriş tên kirin. Jin û gelê kurd jî li dijî van êrişana xwe diparêzin û hewl didin hêz û rêxistinbûyina xwe ya li dijî êrişên sîstematîk xurt bikin. Têkildarî mijarê Endama Mala Jin a navçeya Ehrezê Elîfe Omar a koçberek ji bajarê Efrînê ye û Endama Mala Jin a navçeya Ehrezê Fatme Birîmko nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku dewleta tirk bi dewletên cîhanê re dibe yek û bi her awayî êrişî jin û gelê kurd dike û got li dijî van êrişana divê ew hêz û rêxistinbûyina xwe xurt bikin.    Têkoşîna li dijî êrişan didome   Endama Mala Jin a navçeya Ehrezê Elîfe Omar a koçberek ji bajarê Efrînê ye wiha dest bi axaftina xwe kir:"Di dîroka gelê kurd de gelek serhildan çêbûne. Ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta tirk ev serhildan pêk hatine. Lê belê dewleta tirk tu carî ji kiryarên xwe yên qirêj bi dûr neketiye. Bi heman armancê êrişî her aliyên welatê me dike. Li dijî vê yekê têkoşîna me jî didome."   'Armanca dewleta tirk hedefgirtina jinan e'   Elîfeyê bal kişand ser armanca êrişên dewleta tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Dewleta tirk her carê jinan dike hedefa xwe û hemî cureyên gef û kiryarên hov bi serê wan de tîne. Ji ber ku baş dibîne çawa jina kurd civakekê bi rê ve dibe û bi pêş dixe. Jin xwe bi rêxistin dikin û li dijî êrişan disekine. Loma jî dewleta tirk bêtir êriş dike. Jixwe armanca dewleta tirk a bi van êrişana hedefgirtina jinan e. Loma jî jin ji bo li dijî êrişan, xwe xurt bikin divê rêxistinbûyina xwe jî xurt bike."   'Ji bo pêşîgirtina şerê taybet em serdana malbatan dikin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Elîfeyê bal kişand ser şerê taybet ê ku tê meşandin û wiha dom kir:"Dewleta tirk bi riya şerê taybet dixwaze civaka kurd ji hev qut bike. Agahiyên bi derewan bi rêya şerê taybet di nava welatiyên Efrînê yên ku ji Efrînê koçî Şehbayê bûne de belav dikin. Dibêjin 'Li Efrînê tiştek tune ye, hûn weke welatiyên wê pêwîst e, vegerin ser axa xwe'. Loma ji bo em pêşî li vî şerê taybet bibirin em serdana malbatan dikin. Ji bo malbat hişyar bin û ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve îşkenceyê nebînin, neyên kuştin em malbatan hişyar dikin."   'Pêwîst e hemî kes li hember şerê taybet têbikoşe'   Elîfeyê daxwaz kir ku hemî welatî di xwe de wê hêzê bibînin û li hember şerê taybet têkoşînê bikin û nekevin bin bandora vî şerî û wiha pê de çû:" Ji ber ku heger em li hember vî şerê taybet nebin bersiv êdî bi hêsanî dewleta dagirker a tirk wê êriş bike û wê bi karê xwe rabe. Têkoşîna me ya li dijî şerê dewletên yekperest, faşîst wê bi riya şopandina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêdekirina perwerdeyên me yên ji bo gel dewam bike."   'Bi yekbûna dewletan civaka kurd tê qirkirin'   Endama Mala Jin a navçeya Ehrezê Fatme Birîmko jî derbarê êrişên dewleta tirk de wiha axivî:"Êrişên li ser kurdan tenê bi destê dewleta tirk nayê kirin. Ji aliyê gelek dewletên hegemon, kapîtalîst ên ku projeya netewa demokratîk li ser xwe wekî xetereyekê dibînin jî êriş dikin. Ew bi hev re êrişên li ser jinên kurd û civaka kurd pêk tînin. Ev yek jî di dîroka me kurdan de eşkere hatiye xwendin. Loma divê em kurd jî li dijî êrişan bibin yek."   'Bi dagirkirina Efrînê herî zêde jin bi astengiyan rû bi rû man'   Fatmeyê da zanîn ev hemî êriş, sûc û kiryar ji bo tunekirina jinan û civakê ye û wiha lê zêde kir:"Dewleta tirk ji aliyekî jî ji bo jinan û civakê tune bike êriş dike. Piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin êdî jinan jî para xwe ya herî giran ji wê dagirkeriyê girt. Di encama dagirkirina Efrînê de herî zêde jin bi astengiyan rû bi rû man. Bi hezaran jin hatin revandin, kuştin û tecawizî wan hat kirin. Heta roja me ya îro ev kiryarên bê exlaqî her diçe zêde dibe û destdirêjî bi ser zarokan de jî tê kirin. Ev hemî êriş, sûc û kiryar ji bo tunekirina jinan û civakê ye. "   'Di tevahî cîhanê de jin dibin hedef'   Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê bal kişand ser kuştina jinan a di tevahî cîhanê de û tundiya li wan tê kirin û wiha got:" Ji ber ku jin di roja me ya îro de malbat û civaka xwe jî bi rê ve dibe êdî ji ber hemî sedemên vala tên kuştin. Di Îranê de jî ji ber ku jin tundî û desthilatdariyê napejirînin, îro serhildanên bi pêşengtiya jinan li dijî Rêjîma Îranê dom dike. Em dikarin bêjin di tevahî cîhanê de jin û destkeftiyên jinan dibin hedef."   Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû    Fatmeyê bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" ya li hemû cîhanê belav bûye û wiha bi dawî kir:" Li dijî hedefgirtina jinan li hemû cîhanê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' îro li hemû cîhanê belav bûye. Bi vê dirûşmê wê tekoşîna jinan a li dijî tundî, destdirêjî, desthiledarî û hemî zihnîyetên kevinperest ên ku dixwazin jinê rojane têk bibin wê dom bike."