ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-06 09:00:00     *Jinên li Şehbayê dimînin bal kişandin ser êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ew ê têkoşîna wan a li dijî êrişan bidome û gotin:"Dewleta tirk her carê jinan dike hedefa xwe û hemî cureyên gef û kiryarên hov bi serê wan de tîne. Ji ber ku baş dibîne çawa jina kurd civakekê bi rê ve dibe û bi pêş dixe. Jin xwe bi rêxistin dikin û li dijî êrişan disekine." DÎMEN HEYE   *Newroz Uysal hevdîtina parêzeran a dawî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk anîbûn nirxand û got: “5 sal in bi awayekî sîstematik cezayê dîsîplînê tên dayîn û biryarên qedexeyan tên dayîn. Ev ne tenê pirsgirêka hiqûqê ye ev pirsgirêka hemû kesên li Tirkiyeyê dijî ye.” DÎMEN HEYE   *Jinên tevli berxwedana Akbelenê bûn diyar kirin ku êrîşa li hember xwezayê bi êrîşa li hember çanda jinê re heman e û ji heman tiştî pêk tê. Jinan li ijî serdestiya mêr banga têkoşîna yekbûyî kir. DÎMEN HEYE   * Parêzer Şukran Eroglu derbarê sûcên destdirêjiya li hember zarokan de, efûyên tên derxistin, nêzîkatiya darazê ya ku gumanbaran diparêzin de, nirxand û diyar kir ku gumanbarên ku mexdûr efû nakin dewlet nikare efû bike û got divê gumanbar di asta herî jor de ceza bigirin.   * Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Senem Erîş der barê kampanya "Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet" nirxandin kir û da zanîn ku di naveroka kampanyayê de polîtîkayên tecrîd, xweza, talan, hişbir, fuhuşê cih digiri nû li dijî vê wê rêxistinbûnê bikin. Senemê ji bo polîtîkayên şerê taybet ya li Kurdistanê jî da zanîn ku bi vê polîtîkayê dixwazin gel biqedînin. BI DÎMEN    *Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan tevlî Mîhrîcana Munzurê bû bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP a li ser elewiyan û got: “Îro ji ber ku rê nedan zîhniyeta DAIŞ'ê bi Doza Kobanê tolê hildidin. Daxwaza tevlibûna Diyanetê jî ne daxwazeke ji rêzê ye û divê civak bi hesas nêzê vê mijarê bibe."  BI DÎMEN