Dayikên Şemiyê di Qada Galatasarayê de bi israr in 2023-08-05 11:55:08   STENBOL - Dayikên Şemiyê û parlamenterên ji bo piştgiriyê hatin gel wan tevî astengiyan di hefteya 958'an de li Qada Galatasarayê meşiyan.    Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hate domandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan daxuyaniya vê hefteyê.    Polîsan dorpêç kirin   Dema parlamenteran ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kir, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran di bin wê dorpêçê de bertek nîşan dan. Di wê navberê de Parlamenterê Partiya Çep a Kesk û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder xwest bikeve meydanê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.    Bi nîşaneyên serfiraziyê êriş şermezar kirin   Dayikên Şemiyê jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di wê navberê de li pêşiya Pasaja Çîçekê ya li ser Cadeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve lêdan xwarin û hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de welatiyekî bertek nîşanî polîsan da û polîsan li wî welatî jî dan. Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê şermezar kirin.    Rojnameger hatin astengkirin   Polîsan piştre jî destên Dayikên Şemiyê kelemçe kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de rojnamegeran xwestin dîmenan bikişînin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.