Îddianameya derbarê Halîsa Aksoy de hat amadekirin 2023-08-05 11:18:35       AMED - Di îdianameya der barê Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Her wiha Halîseyê bi sûcdariya ku bi keça xwe û parêzerê xwe û bi kurê xwe re 'di têkiliyê de ye' tê sûcdarkirin.    Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê Agît Îpek ê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî bi kargoyê jê re hatibû şandin tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Derbarê Halîse de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan daxwaza cezayê girtîgehê îdianame hat qebûlkirin. Îdianameya ku derbarê Halîseyê de bi îddiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” hate temamkirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.    Polîs sê sal in mala wê dişopînin   Di îdianameyê de derket holê ku piştî 2 mehan wergirtina hestiyên kurê wê ya di 2’yê adara 2020’î de mala wê ya nû ji aliyê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê ve  hatiye şopandin û hate diyarkirin ku bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku endamên Meclîsa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’yê kanûna 2020’î de hate kirin li mala Halîseyê hatin binçavkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya derbarê Halîseyê de nehate kirin.    Xurekên serdema pandemiyê jî wekî sûc hat dîtin   Di îdianameya ku şahidê vekirî Umît Akbiyik îddia dike ku ew “maleke pêbawer” e û “mala pêbawer a rêxistinê ye” tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îddiakirin “veşartî ye û pê bawer e” dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Umît de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Halîseyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Halîseyê mane. Di îddianameya ku gelek ji wan hêj jî bi awayekî çalak siyasetê dimeşînin weke “endamê rêxistinê” cih digirin de hate îddiakirin ku Halîseyê bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peyda kiriye”. Her wiha alîkariya xurekê ku Halîseyê di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt.    Bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin   Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên derbarê Halîseyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Halîseyê dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Bêrîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hate şandin pê re axivîn jî hate sûcdarkirin. Halîseyê her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hate sûcdarkirin.    Îddiayên binakok ên şahidê vekirî    Di îdianameyê de îfadeyeke din a binakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Serhat cih nagire de tê gotin ku Halîseyê di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Serhat îdia kiriye ku Halîseyê ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Serhat ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hate îdiakirin ku Halîseyê “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin.    Sûcê 'endamtiya rêxistinê'   Di îdianameyê de hate diyarkirin ku Halîseyê ji ber kurê xwe Agît Îpek ê hate qetilkirin û keça wê Ş.Î. ku hate diyarkirin tevli rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke “malbata nirxan” tê penasekirin. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku ji ber sûcên Halîseyê jê tê sûcdarkirin sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye.    Heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin    Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Halîseyê re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê cotmehê de bê lidarxistin.