'Bi pêvajoya rêveberiyên herêmî ya nû em ê projeyên nû çêbikin' 2023-08-05 09:04:15       Rabîa Onver   COLEMÊRG - Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan hatine tunekirin û jin hatine hepskirin û got: “Em ê gelek projeyên xwe yên ku xeyalê me ne di pêvajoya nû ya rêveberiyên herêmî de bi jinan re pêk bînin.”   Bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê ewil destkeftiyên jinan hedef hatibûn girtin. Sazî û midûriyet hatibûn girtin. Her wiha ji bo midûriyetan memûrên mêr hatibûn peywirdarkirin. Wezareta karê hundir di 18’ê Cotmeha 2019’an de cara duyemî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê kiribû û saziyên jinan bê bandor hiştibûn. Hevşaredara şaredariya HDP’yî ya Colemêrgê ya wê demê Humeyra Armut ku niha Hevseroka HDP’a Colemêrgê ye der barê wê pêvajoyê û pêvajoya nû de axivî.   Humeyrayê da zanîn ku rêveberiyên herêmî qadên ji bo jinan e û wiha got: “Şaredarî tenê bi feraseta şaredariyê ne, bi feraseta ku mafê gotinê ya gel hebe divê bê destgirtin. Li dijî şaredarbûna gel bi her cureyê hincetan ev du serdem in qeyûman tayîn dikin. Qeyûm, li şûna pêşî li hişbir û fuhuşê bigirin ji bo pêşî lê bê vekirin xizmetê dikin. Di vê nokteyê de li şûna polîtîkayên cidî bimeşînin çavên xwe digirin.”   ‘Mêr tayînê saziyên jinan kirin’   Humeyrayê bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinê ya di paradîgmaya partiya wan de cih digire û wiha domand: “Cîhgirtina jinan a di mekanîzmayên biryarê de gelek girîng e. Di dema partiya me de ji bo jinên di bin banê şaredariyê de Navenda Jinan a Binevş hat avakirin.  Lê çawa qeyûm hat navenda jinan Binevş hat girtin. Sosyologekî mêr anîn. Mêr tayînê saziyên jinan kirin. Ev mêr di heman demê de encumenê AKP’ê bû. Kirin kadro û anîn ser saziya jinan.”   ‘Pirsgirêka avê ya bi dawî nabe’   Humeyrayê daxuyakirin ku li şaredariyê ku demek kurt xebat meşandin cara duyemîn qeyûm hatine tayînkirin û wiha bi lêv kir: “Der barê jinan de proje û hedefên me hene. Heta îro ji bo jin li ser piyên xwe bisekinin û ji bo wan derfet bê afirandin em xebitîn. Lê hîna gelek jin karê malê dikin. Li Colemêrgê gelek pirsgirêkên ku bandor li jinan dikin hene. Yek ji vê jî ya avê ye. Bi salan e ev pirsgirêka avê nayê çareserkirin. Hevalên beriya me beriya ku qeyûm bên tayînkirin proje amade kiribûn û hatibûn asta temamkirinê. Lê qeyûman îhale guhertin û dan alîgirên xwe. Vê jî rewşa pirsgisrêka avê girantir kir.”   AKP’yî girtin kar   Humeyrayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Pirsgirêkên herî mezin jin dijîn. Dema em li şaredariyê bûn me peywirek çalak didan jinan. Me di vê mijarê de xebat dimeşand. Lê niha qeyûm karkeran digire. Qeyûm alîgirên xwe digire û ji bilî alîgiran tu kesî nagirin.  Di bin navê mulaqetan de kes tên diyarkirin. Rêjeya jinan jî gelek kêm e. Encumenên AKP’ê dibin kadro. Kesên ji baskên ciwan û jinan ên AKP’ê digirin kar. Kesên ji bo Qelema Taybet hatine girtin bi giştî veguhertine pergala devşirme ya kadroyê. Di 6 mehan de kesên bi nêzî AKP’ê tên zanîn anîn Qelema Taybet û kirin kadro. Bi giştî şaredariyeke ji gel dûr hatiye afirandin. Li ser vê xwe didin jiyîn. Qeyûm waliyê vî bajarî ye lê wek ku xebatkarên AKP’ê, ji ser AKP’ê dixebite cih digire.”   ‘Çareseriya pirsgirêkan bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêkan e’   Humeyrayê bal kişand ser krîza aborî ya li welat û wiha vegot: “Bi krîza aborî re yên herî zêde mexdûr dibin jin in. Bi krîzê re ewil jin ji kar tên derxistin. Qadên jinan roj bi roj tên tengkirin. Jin hepsê malê tên kirin. Bi krîza tê jiyîn re jin di alî psikolojik de têk diçin. Yekane riya çareseriya vê û xurtbûna rêveberiyên herêmî ne. Heta rêveberiyên xweser xurt nebin û jin nebin xwedî mafê gotinê, ev koas û krîz jî wê çareser nebe. Em niha dikevin pêvajoyek nû ya hilbijartinên herêmî. Em ê xebatên xwe bi jinan re bimeşînin. Em ê gelek projeyên xwe yên ku me nekirin û xeyalê me ye bi jinan re pêk bînin. Em ê her cureyê plansaziyan yekser bi jinan re pêk bînin.”