ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-03 09:00:00     *Jinên ji Şengalê têkildarî 3'yê Tebaxê roja komkujiya li ser êzidiyan dan zanîn tevî hemî ferman û îşkenceyên ku ew tê re derbas bûne dîsa jî ewqas jî têkoşîna wan heye û gotin: "Em wekî jinên êzidî têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin. Ev tekoşîna me wê bibe bersiva li hember hemî fermanan. Hêviya me ye ku ew çete werin cezakirin, ji ber kiryarên li Efrînê yên derbarê civaka êzidî de perçeyek ji fermana li ser Şengalê ye." DÎMEN HEYE   *Seroka Koperatîfa Jinan a Şîmel, Şîmel Begîk da zanîn ku bi armanca piştevaniya bi pirsgisrêkên aboriya jinê re ev der hatiye avakirin û got keda jinan wê li vir bê dîtin. DÎMEN HEYE   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Dîlan Kunt Ayan der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Li gel ku tecrîda li ser Birêz Ocalan sûcê mirovahiyê ye, di heman demê de girtina hemû rê û kanalên hevdîtin û diyalogê ye. Israra di şer de fêdeyê nade tu kesî.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk da zanîn ku têkiliya di navbera komkujiya daristanên Cûdî û Akbelenê de nayên dîtin û got divê li her derê nivîsa ‘hûn nikarin dest bidin Cûdî û  Akbelenê’ bê nivîsin. DÎMEN HEYE   *Jinan li dijî Peymana Lozanê  banga avakirina jiyaneke nû ya di zemîna têkoşîna hevpar a gelan de kir û destnîşan kirin ku  çareserî bi pêkhatina komareke demokratîk wê pêk bê. DÎMEN HEYE