Komkujiya Şengalê li Helebê hat şermezarkirin 2023-08-02 22:28:10   HELEB - Bi wesîleya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê, Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê xwepêşandanek li dar xist û qetilkirina jinan û şikandina vîna wan a azad şermezar kir.   Xwepêşandan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li ser riya Qamişlo, rawestiya. Endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û got: “Em komkujiya Şengalê şermezar dikin û tevî wê jî em hîna banga azadî û aştiyê dikin. DAIŞ`ê bi komkujiyê xwest vîna gelê Êzidî û çanda me tune bike. Lê xelkê Şengalê xwe bi rêxistin kir û li hember wê sekinî.”   Rûşîn bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Kurd û êzidî bike û destnîşan kir ku gelê Êzidî li ser şopa fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ne û serî ji dijminan re natewîne.