‘Di komkujiya Şengalê de civaka navneteweyî sûcdare’ 2023-08-02 22:10:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesên di komkujiya Şengalê de hatine qetilkirin bi bîr anîn û got: “Ew qirkirina komî  hîna li dijî gelê me yê Êzidî pêk tên. Civaka navneteweyî di vê komkujiyê de sûcdare.”   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê ya ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk aniye, daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku piştî 9 salan, çarenûsa windahiyan û gorên komî ne diyar e û wiha hat gotin: “Civaka navneteweyî li pêşiya wê hovîtiyê sûcdar e. Sûcdar û alîgirên wan nehatine girtin. Heta niha bûyerên li Şengalê rûdane wek qirkirineke rastîn nehatiye naskirin.”   Di daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bibîr anîn û wiha berdewam kir: “Ev komkujî heta niha berdewam e. Tirkiye bi rêya komên xwe yên terorîst bi êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan komkujiyan temam dike. Tişta li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rû daye, heman sûc û qirkirin e.Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên sînordar, hertişta pêwîst ji xelkê Şengalê re wê demê pêşkêş kir û hîna pêşkêş dike. Em piştgiriya vegera li Şengalê û avakirina vîna xwe ya azad dikin. Divê gelê Êzidî  rêbazên xweparastinê pêş bixe, civakê bi rêxistin bike û vîna xwe biparêze, li mekanîzmeyên mayînê û xweparastinê li hember projeyên qirkirinê û tasfiyekirinê bigere. Divê Êzidî li warên xwe vegerin, gund, dîrok, nasnameya xwe biparêzin.”