Edeleta mêr tahrîka bêmaf ji bo kujerê Hanîfeyê pêk anî 2023-08-02 17:55:23   ÎZMÎR - Heyeta dadgehê ku berê der barê Haydar Çakici de ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ cezayê mubeta giran birî bû û bi hinceta ‘di bin tahrîka  bêmaf de bû’ ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ 22 sal ceza birî.   Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê Hanîfe, mêrê bi navê haydar Çakici jina pê re zewicandî Hanîfe Çakici li Termînala Otobusê ya Dîkîlî bi kêrê qetil kiribû. Runiştina biryara dozê li Edliyeya Bergamayê hat dîtin. Di runiştinê de parêzerê gumanbar amade bû û gumanbar Haydar Çakici jî bi SEGBÎS’ê tevli bû.  Parêzerê wezareta malbatî û civakî ku Hanîfe diparast jî mazeret ragîhand û tevli runiştinê nebû. Platforma Jinan a Dîkîlî, Nûnera Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Îzmîrê, Egîtîm Sen a Dîkîlî û Jinên Serbixwe tevli bûn.