Doza Kobanê: Fikir tên tawanbarkirin 2023-08-02 15:03:00     ENQERE - Gulfer Akkaya ku di Doza Kobanê de axivî diyar kir ku hevvpeyvîna wê ya derbarê femînîzmê de weke teşwîqkirina îsyanê hatiye şîrovekirin  ji ber vê yekê jî fikrên wê tên tawarbarkirin.    27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemin de didome.    Di dozê de ewil parezerê Mesut Bagcik, Yusuf Çakan axivî û daxwazên xwe peşkeş kir. Parêzer, xwest ji ber ku dayika muwekîlê wî jiyana xwe ji dest daye qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û biryara ji 15 rojan careke îmzayê da.    Piştre Gulfer Akkaya ku bêyî girtî tê darizandin axivî. Gulferê got ku ji bo li hemberî mutalaya ji 5 hezar rûpelî pêk tê parastina xwe bike dem kêm e. Gulferê wiha got: “Di mutalayê de der barê min de sûc gelek caran hatine dubarekirin, ji bo ku der barê min de guman bê avakirin hewldanek heye. Ewqas hatiye nepixandin ku delîlên erenî jî li dijî min hatine bikaranîn. Xebatên min ên ji bo jinên elewî xek sûc hatine nişandan. Ez femînsteke serbixwe me.  Bi jinên elewî re dixebitim. Ji vê daxwaza afirandina sûc heye. Li gel ku ez jinenek serbixwe me jî bi riya Sosyalîst Yenîden Kurtuluş Partisi (SYKP) wekî ji bo HDP’ê hatime peywirdakirin nişan dane. Hin delil ji bo dadgehê bixapînin hatine nepixandin.”   Hevpeyvîn wekî sûc hatiye nişandan   Gulferê daxuyand ku parvekirinên wê yên bi riya medyaya dijital sûc hatine nişandan lê tiştên ku parve kiriye ne sûc e. Gulferê wiha berdewam kir: “Di mutalayê de demên ku ez din ava HDP’ê de cih nagirim jî wekî li wir im hatime nişandan. Ez weke jineke femînîst heta ji desten min tê û aqilê min terê dike têdikoşim. Dozgeriyê ji ber ku der barê min de delil nedîtiye hewldaye fikrên min krimînalîze bike. Ji ber ku ez ji ber nivîsên xwe têm darizandin ez ê pirtûkên xwe pêşkêşî we bikim. Femînîzm û hevpeyvîna der barê mafên jinan de ya b imin re hatiye kirin weke sûc kirine dosyayê. Dozger, ewqas li ser sekineye ku hin cih bold kiriye. Bi vî renî xwetiye tiştekî girîng ditiye bide nişandan. “   Derveyî welat bûm   Gulferê da zanîn ku mutalaya hatiye amadekirin nehiqûqî ye, siyasî ye. Gulferê wiha got: “Ji ber  k udi deste dozger de delil tuneye hewl daye delîlan bibine. Heman tişk gelek caran dubare kirine. Bi vî rengî xwestiye sûc biafirîne. Ev doz ji serî heta niha bêhiqûqî bû. Ji ber  ku dozeke siyasî ye ez li vir im û têm darizandin. Di warê hiqûqî de ne sûcek heye ne jî delîlek. Ji ber vê yekê jî mutalayeke derviyê rastiyan derketiye holê. Senaryoyeke bi zorê hatiye nivîsandin ji ber vê yekê dozger bi delîlên nîşandaye de din ava nakokiyê de ye. Weke qeydên HTS’ê. Qeydên min ên HTS’ê di 6’ê Cotmehê de li Balafirgeha Sabiha Gökçen xuya dike. Lê ev qeyd nekirine dosyayê. Ev delîlên ji bom in bikarneanîne. Wê rojê ez ji bo pirtûkên xwe îmze bikim derketim derveyî welat. Dema ez li derveyê welat bû bûyerên 6-8’ê Cotmehê pêk hatine. Dema ez hatim jî ev bûyer bi dawî bûbûn. Lê ez ewke din ava bûyeran de me dîşan dane. Kîjan delil van tiştan piştrast dike?”   Şîroveya dozger: Teşwîqkirina îsyanê   Gulferê diyar kir ku dozger wê “bi îsyan derxistinê” sûcdar dike û vê jî dispêre hevpewînê. Gulferê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di hevpeyvînê de qala zilam çawa keda jinan dixwîn dikim. Ev mijokdarî çawa bi şoreşeke civakî ji holê bê rakirin, qala vê yeke dikim. Ev gotin çawa dibe teşwîqkirina îsyanê? Ez wekheviya di navbera jin û zilam de diparêzim. Ji bo li dijî feraseta zilam têbikoşim min din ava HDP’ê de cih girt. Ji bo vê yeke mirov ji kesekî talimat nagire. Min bi biryara xwe li her dere cih girt. Keseke bandor li min nekir. Ji ber  ku der barê min de delil nedîtine, vê carê dozger li googleyê mezekire û tiştên tu eleqa wan nînê xistiye dosyayê. Weke qeydên HTS û hevpeyvînan. Teoriya me jî pratika me jî sûc nîne.”   Gulferê dest nişan kir ku bi van delîlên hatine komkirin dê bên darizandin lê ev welat nebe tiştekî û dê negîhîje ciheke jî. Gulferê anî ziman ku mutala li ser femînîzm û elewiyan hatiye hunandin û wiha got: “Civakek û qada hiqûqê çawa evqas paşve diçe? Li gorî mutaleyê HDP’ê ji ber van taybetiyan min qebûl kiriye. Ez wiha bibêjim, ez bixwe çûm HDP’ê. Ma ji bo elewiyan û jinên elewî xebat sûc e? Ji bo vê yeke gelo qanûnek heye? Heke sûc be li gorî kîjan qanûnî sûc e? Dozger vê yeke nabêje. Ev jî nişan dide ku ez ji ber fikrên xwe têm darizandin. Li gel kum in gotiğe ez weke femînesteke serbixwe din ava HDP’ê de cih digirim jî döğer weke ku SYKP’ê  min din ava HDP’ê de bi cih kiriye nişan daye. Min qet din ava SYKP’ê de cih negirtiye.”   Bûyerên ku pêk nehatine  di îdanameyê de nîne mutalayê de hatiye bicihkirin   Gulferê anî ziman ku ligel di 6-8’ê Cotmehê de li dereveyî welatê di 7’ê Cotmehê de  dibin navê bûyerê Pendîkê de ji bo wê ceza tê xwestin. Gulferê wiha got: “Li Pendikê bûyerên kut ê qalkirin tunuye. Tiştek pêk nehatiye. Lê di mutalayê de heye.  Di mutalayê de tê gotin ku ‘peywira xwe bi cih aniye’. Min ji kesekî talimat negirtiye û nagirim jî. Ji xwe ji holê bûyer nîne.”    Gulferê got ku li ser medyaya dijital 9 parvekirinên wê  heye û ji wan çend li gel ku beriya bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatine parvekirin jî  evjî wek  “bangawazî” hatine nişandan. Gulferê da zanîn ku ji ber  din ava tiştên ku parvekiriyê de peyva Kobanê  derbas dibe weke “bang” hatiye nişandan. Gulferê wiha got: “Di 2017’an de ji bo pirtûka xwe ya ‘Yol Kadındır’ li ber maseyê me û alên HDK’ê hene ev jî weke teşwîqkirina isyanê hatiye nişandan. Ma ev delil e? Di dosyayê de hemû delîlên hatine nişandan bi îdiayên dozger de din ava nakokiyê de ne.” Gulferê herî dawî got ku ew hatiye mexdûrkirin û bila ev rewş bi dawî bibe.