Konferansa Lozanê: Girîngiya fikrên Abdullah Ocalan carek din derket holê 2023-08-02 09:07:03     Dilan Babat    ENQERE - Siyasetmedar Tugba Hezer da zanîn ku di konferansa Lozanê de nûneriya jinê hebû û jinan bi ‘jin jiyan azadî’ Peymana Lozanê carek din mehkûm kiriye. Tugbayê ji bo xala der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di encamnameyê de jî wiha vegot: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tê hesabê Tirkiyeyê.”   Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Peymana Lozanê ya Kurdistan kir çar parçe, roja 22 û 23'yê Tebaxê bi dirûşmeya "Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de helwesta gelên Kurdistanê" bi beşdariya her çar parçeyên Kurdistanê û qada navneteweyî konferansek girîng hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku ji 600 kesî zêdetir beşdar, axiver ku di nav wan de siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen hebûn di rûniştinên konferansê de amade bûn.    Di 24'ê Tîrmehê de li ber avahiya Château d'Ouchy bi daxuyaniyeke çapemeniyê, biryarên di konferansê de û encamnameya dawî ya konferansê hatin eşkerekirin.   Siyasetmedar Tugba Hezer a tevli konferansê bû der barê konferansê de nirxandin kir.   ‘Lozan hat mehkûmkirin’   Tugbayê daxuyakirin ku di salvegera Peymana Lozanê de tevî kêmasiyên nûneriyên çar parçeyên Kurdistanê, sazî, partî, rêxistin û kes hebûn û got ev konferansa herî berfireh a Lozanê bû. Tugbayê wiha dirêjî dayê: “Kesên tevli bûn bi fikr û rihî Lozan mehkûm kiribûn û hatibûn. Konferans alava îfadekirina vê bû. Sed sal berê Kurd hatin parçekirin. Wateya vê pir cuda bû. Loza çiye? Kurdan got sed sal in Kurd çi dijîn Lozan jî ew e. Ev sed sal in bi Lozanê înkar û imhaya Kurdan hat jiyîn. Armanca Lozanê ev bû ku erdnîgariyek bê Kurd an jî Kurdistan bû.  Ji çar parçeyê Kurdistanê partî, şexsiyet û kesan di konfernasê de gotin ‘Hûn çi dikin bikin em li vir in, hûn nikarin me tune bikin’.  Peyam zelal hat dayîn. Nûneriyek mezin a jinê di konferansê de hebû. Ya ku peyman mehkûm kir dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bû. Lozan yekem car di şexsê jin û Kurdan de hat mehkûmkirin.”    ‘Gel dixwazin bi nasnameyên xwe bijîn’   Tugbayê bal kişand ser sernavên di konferansê de hatine nîqaşkirin û got yek ji van paradîgmaya netewa demokratîk bûye û wiha domand: “Peymana Lozanê di encama parvekirina neteweyên emperyalist de pêk hat. Ev sed sal in ne tenê Kurd, gelên din jî hatin înkarkirin. Di konferansê de gelên Kurdsitanê hatin gel hev û her yekê li ser navê xwe axaftin kir. Gelan xwest bi nasnameyên xwe bijîn.”   ‘Kurd wê peywira turnusol bigirin ser xwe’   Tugbayê di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Di dema îmzekirina Lozanê de Îsmet Înonu digot ‘ez li ser navê tirk û kurdan li vir im.’ Îsmet Înonu piştî ji Peymanê vegeriya ser Kurdan xêz kir û got em Kurdan nas nake. Bi destûra bingehîn re tê vê pêvajoyê. Em dibêjin ku ev sed sal in bi vê Peymanê Kurd hatine tunekirin. Kurd ev sed sal in bedelê bi canê xwe didin û dibêjin ‘em hene li vir in’. Bi peymanekê mafê mîlyonan bi vî awayî nikare bê diyarkirin. Carek din wê Kurd bibin turnusola vê. Nêzîkatiya ku wek ku Kurd tune ne, bi tu awayî nayê qebûlkirin.”   ‘Tecrîdkirin tê hesabê Tirkiyeyê’   Tugbayê got yek ji encamên ji kofenrasê derketiye, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan e û wiha balkişand ser vê xalê: “Di pêvajoyeke ku ji bo Kurdan nokteyeke girîng de ne, fikrên Abdullah Ocalan zêdetir girîng e. Rêberê Gelê Kurd ê ku xwedî fikr û hêzek xurt ku gelan ligel hev dide jiyîn e, tê tecrîdkirin. Ev tecrîdkirin jî tê hesabê Tirkiyeyê. Hewcedariya rejîmê bi tecrîdê heye. Lê hewcedariya Kurdan, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bi rakirina tecrîdê heye.”