ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-02 09:00:00     *Bi ser fermana 3'ê Tebaxê re 9 sal derbas bû, êzidiyên ku bi fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir biryarbûna xwe ya berxwedanê didomînin. Endama Kordînasyona TAJÊ Zozan Simo, diyar kir ku jinên ku beriya fermanê nedikarin ji mal derkevin niha li cîhanê xebatên dîplomasiyê didin meşandin. DÎMEN HEYE   *Jinên Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku wê tekoşîna wan a li dijî tecrîdê dewam bike û wiha gotin:"Di tu zagonên dewletên dinyayê de dewamkirina tecrîdeke giran a li ser rêber Apo tune ye. Rêberê banga aştî û azadiyê dike ev 25 sal in di nava çar dîwaran de tê hiştin. Pêwîst e dewlet û rêxistinên hiquqî li hember vê bêmafiya ku tê kirin, bê bersiv nemînin." DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê yên li Şirnexê bi seknek têkoşer li dijî şewitandinên li Çiyayê Cûdîyê pêk tê, disekinin û wiha bang li gelan dikin: ”Bila ev komkujiya xwezayê bê sekinandin. Em wek dayikên li herema Botanê vî tiştî qebûl nakin.” DÎMEN HEYE   *Kovara Jineolojiyê bi hejmara 28’an bi mijara dosyaya ‘Rojhilat’ derket. Suzan Akîpa der barê hejmarê de agahî da û da zanîn ku tevî hemû zextan wê têkoşîn bi dawî nebe.  DÎMEN HEYE   *Siyasetmedar Tugba Hezer da zanîn ku di konferansa Lozanê de nûneriya jinê hebû û jinan bi ‘jin jiyan azadî’ Peymana Lozanê carek din mehkûm kiriye. Tugbayê ji bo xala der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di encamnameyê de jî wiha vegot: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tê hesabê Tirkiyeyê.” DÎMEN HEYE   *Ekolojîst û aktîvîstan bertek nîşanê talana xwezayê ya li Kurdistan  û Tirkiyeyê ya bi destê desthilatdariyê tê kirin, dan û ji bo parastina xwezayê banga têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE   *Hasret Gultekîn da zanîn ku li gundê Markê bi hemû polîtîkayên îşkenceyê yên dewletê re hatiye rû hev û got piştî salan şûnde dîsa vegeriyane ser axa xwe. Hasretê ev tişt anî ziman: “Ez û hevjînê xwe pîr bûne. Êdî bê derman em nikarin ser piyan bisekinin. Lê qe nebe em li ser axa xwe ne û li ser axa xwe dijîn.” DÎMEN HEYE