Wê parêzerê malbata Jîna Emînî were dadgehkirin 2023-08-01 16:15:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn îro parêzerê malbata Jîna Emînî li Dageha Tahranê were dadgehkirin.   Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên Îranê ve li paytexta Îranê Tehranê di encama îşkenceyê de hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî pêla Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştre li tevahiya cîhanê belav bû.   Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, wê îro parêzerê malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext li dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tahranê were dadgehkirin.   Gorî heman çavkaniyê parêzerê malbatê, bi tewanbarkirina propagandaya li dijî hikumetê wê were dadgehkirin.