Londonê qirkirina li dijî êzidiyan wek jenosîd nas kir 2023-08-01 15:25:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Londonê êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê wek jenosîd nas kir.   Wezîrê kar û barên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Lord Tariq Ehmed beriya lidarxistina çalakiyên bi boneya salvegera 9'emîn a komkujiyên li ser êzidiyan ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn kirin, ragihand ku hikumeta Brîtanyayê qetlîamên ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîbûn, wekî jenosîd nas kiriye.   Tariq bi bîr xist ku beriya 9 salan êzidiyan êşeke mezin bi destê DAIŞ'ê kişand û got: "Heta îro em bandorên vê yekê dibînin. Ji bo kesên ku jiyana wan wêran bûye pêkanîna edaletê û hesabpirsînê pêwîstiyek e. Îro em îtîrafeke dîrokî ya pêkanîna jenosîdê li dijî êzidiyan radigihînin.”   Tariq diyar kir ku ev naskirina 'dîrokî' soza Brîtanyayê ya ji bo 'wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke biwate' xurt dike.   Beriya niha hikumeta Brîtanyayê sûcên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî êzidiyan şermezar kiribûn, lê wek jenosîd nas nekiribû.