Girtiyên stranên kurdî gotin xistin hucreyê 2023-08-01 12:33:58     AGIRÎ - Jinên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tên girtin ji ber stranên bi kurdî gotin û govend gerandin xistin hucreyê.    Binpêkirina mafên li hemberî girtiyan didomin. Jinên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tên girtin ji ber stranên bi kurdî gotin û govend gerandin xistin hucreyê. Zozan Kabişen û 3 girtiyên din ên jin ji ber stranên bi kurdî gotin û govend gerandin îdareya girtîgehê ew xistin hucreyê.    Li gor agahiyên malbatên girtiyan dan ev nêzî hefeteyekê ye jinên girtî di hucreya yekkesî de ne. Her wiha agahî ji wan nayê girtin.    Binpêkirina mafên girtiyan    Girtîgeha Tîpa L ya Panosê her tim bi binpêkirina mafên girtiyan tê rojevê. Girtiyên bi nexweşiya giran randevûyên revîr û nexweşxaneyê pir dereng digirin. Xwarina li vir ne baş e, tiştên li kantînê tên firotin pir buha ne, her tim lêgerîn li qawişan tên kirin. Ava vexwarinê gemarî ye û girtiyan diyar kirin ku ji ava vexwarinê bêhna serebê tê.