Derbarê komkujiya Şengalê de civînek hat lidarxistin 2023-08-01 12:24:14       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meclisa Gel a Xanesorê têkildarî 9. salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê a li ser Şengalê civînek hat lidarxtin. Di civînê de rewşa civaka Êzidî di aliyê siyasî, civakî û rêxistinî de hat nirxandin.   Civîna ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve pêk hat, bi beşdariya hemû endamên sazî û dezgehên Xanesorê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.   Di serî de cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Caklîn Husên axivî û bal kişande ser 9. salvegera fermana 3’yê Tebaxê. Caklîn got; “Niha ji me re a herî girîng ew e ku em bizanin kê îxanet li me kiriye û çawa em hatine rêxistinkirin. Ev rêxstina me bû cara yekemîn ku Êzidî pêşî li fermana bigirin û bibin xwedî îrade. Îro bi saya Rêveberiya Xweser, gelê me vedigere ser warê xwe û bê ku pişta xwe bi tu hêzek derve girê bide, xwe bi xwe bi rê ve dibe.”   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nûra Şengalî jî di civînê de axivî û got: “Em derbasî 9 saliya fermana ser Êzidiyan dibin, em wek civaka Êzidî pêwîst e van neh salan baş binirxînin. Ji ber ku heya niha jî plan li ser me dewam dikin, ji bo em rê  li ber van planan bigirin yekîtî û xurtikirina rêxistina me pêwîst e. Em derbasî sala 10’an dibin, lê gelê me bi îradeya xwe, Şengal vegerandiye wek beriya fermanê û baştir e ji wê demê, ji ber ku em xwe bi xwe bi rê ve dibin û parastina xwe dikin.”   Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Mirad Şengalî jî got: “Eger em wek civaka Êzidî nebin yek, rêxistina xwe çênekin û xwe bixwe bi rê ve nebin, wê ferman li ser me dewam bikin. Ji bo ev yek pêk were pêwîst e hemû Êzidî xwe berpirsiyar bibînin.”   Civîn bi dirûşmeyên ‘Bimre îxanet’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.