Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du rojnamegerên jin birî 2023-08-01 11:16:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da rojnameger Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgî.   Rojnamegerên jin Saeede Shafîeî û Nasim Sultanbeîgî li Îranê bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” tên darizandin. Rejîmê ji bo her rojnamegerekê 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Danişîna dozê li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” 8 meh cezayê girtîgehê û bi îdiaya “Ragihandina têkilî û peymanên veşarî” jî 3 sal û 7 meh cezayê  girtîgehê da.    Di heman demê de dadgehê biryar da ku her du rojnameger di nava 2 salan de nekarin tev li tu komên siyasî û civakî bibin û nekarin derkevin derveyî welat.    Rojnameger Mehrnoosh Zareî Hanzakî jî ji heman dozê dihat darizandin û beraet kir.